Komîteya rêvebirîya navendî ya PAKê li Amedê civîna xwe li dar xist

Komîteya Birevebirîya Navendî ya PAKê li Amedê civîna xwe li dar xist:Divê li ser bingehê daxwazên asgarî yên netewî û demokratîk, em tifaqa hilbijartinê pêk bîninKomîteya Birevebirîya Navendî(KBN) ya PAKê di rojên 21-22.04.2018an de li Amedê civîna xwe ya bi beşdarîya beşek ji endamên meclîsa PAKê li dar xist.KBN ya PAKê rewş û xebatên PAKê nirxand û bal kişand pêwîstîya xebateke hîn rêk û pêktir, hîn organîzetir.Herweha ji bo ku PAK bikaribe rola xwe ya pêwîst ya di doza azadîya Kurdistanê de bi cîh bîne,biryarên pêwîst wergirt.KBN ya PAKê rewş û rûdanên li welatê me û li herêmê bi berfirehî nirxand û sîyaset û nexşe rêya PAKê ya di derbarê hilbijartinên pêşwext yên li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê di roja 24.06.2018an de dê li dar bikeve,tesbît kir.KBN ya PAKê di derbarê sîyaseta PAKê ya di derbarê hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de dixwaze van agahdarîyan bi raya giştî re parve bike:–Li gorî biryara Parlamentoya Tirkîyeyê di roja 24.06.2018an de li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê dê hilbijartinên pêşwext yên ji bo Parlamento û Serokkomarîyê li dar bikeve. KBN ya PAKê careke din dîyar dike ku girîngîyeke mezin dide , hevditinên di navbera partîyên Kurdistanî yên ji bo hilbijartinan. KBN ya PAKê dibêje, girîngî û pêwîstîya pêşnîyarîya partiya me ya di derbarê Bloka Kurdî de û wan xalên esasî yên ku me destnîşan kiribûn,îro hîn zêdetir derdikeve pêş . Ji bo ku gelê Kurd û Kurdistanê bikaribin wekî alîyekî tevbigerin, KBN ya PAKê bangî hemû alîyên peywendîdar dike da ku em zûtirîn dem li ser bingehê dazwazên asgarî yên netewî û demokratîk yên gelê Kurdistanê tifaqa hilbijartinê pêk bînin. KBN ya PAKê dibêje heger aliyê Kurd û Kurdistanê tifaqa xwe ya netewî û demokratîk ya hilbijartinê pêk bînin, wê gavê em dikarin bi ew alîyên Tirkîyeyî yên sîyasî, sivîl, demokratîk yên azadîxwaz, demokrat, edaletxwazin , yên ku li dijî şer û Rewşa Awarte ne,yên ku piştgirîya dawxwazên asgarî yên netewî yên gelê Kurdistanê dikin re jî hevkarîyên hilbijartinê pêk bînin. Heger em hêza xwe bikin yek , emê di tayîn kirina qedera hilbijartinê de bibin aktorekî esasî.


