PDKê li Hewlêrê dest bi bangeşeya (Propaganda) hilbijartinên Iraqê kir û di gotinekê de Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî behsa bernameya PDKê kir û ragihand ku PDK bi hêzeke mezin diçe Bexdayê.Di destpêkê de Nêçîrvan Barzanî gotinek pêşkêş kir û tê de behsa bernameya karê PDKê bi hilbijartinên Parlamentoya Iraqê kir û tekez kir ku PDK dê hêza yekem be li Kurdistanê di wê hilbijartinê de û di hilbijartina bê ya Kurdistanê de jê dê her hêza yekem be.Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku ev hilbijartin xwedî giringiyeke mezin in, heta PDK bihêztir bibe û destkeftên zêdetir bo Kurdistanê bidest bên û pêgeh û mafên destûrî yên Kurdistanê parastî bin.


