Îsrail: Me êrîşê firokexaneyê li Suriye kiriye

Berpirsek leşkerî ye Îsrail da xûyakirin ku, wan êrîşê firokexaneya leşkerî li Suriye kiriye. Li gora nûçeya rojnama New York Times berpirsek leşkerî yê Îsrail ku nexwestiye nave xwe eşkere bike dibêje, Îsrail êrîşê bingehek leşkerî li Suriye kiriye û di nava bingehê de hinek efserên Îranî hatine kuştin.Heftiya burî êrîşek li himber firokekxaneya nezikê Humusê ya T-4 hatibû encamdan. Cara yekeme ku Îsrail êrîşek li bingehek leşkerî ku lê efserên Îranî hene dike û gelek kuştî û birindar çêdibin. Berpirsê Îsrailî dibêje ku, ev rûpelek nûye di siyaseta wan ya Suriye de.Di êrîşa heftiya burî de li firokexaneya T-4ê 2 efser û 5 milisên Îranî hatibûn kuştin. Rusya dabu xûyakirin ku, Îsrail ev êrîş kirîbû. Lê cara yekeme ku Îsrail di vê derbarê de daxûyaniyê ki dide.

Nerîna min :