Dîroka Çandewarî
Gava ku mirov ji kesan bipirse; Ma dîrok çi ye û dîrokek çawa? Wê gavê gelek bersivên cuda cuda dikarin derkevin holê. Hemû kes li gora zanebûna xwe, li gora bîrdoziya xwe bersivan dide û dibêje; dîrok sîyaset e, dîrok ekonomî ye, dîrok raman e, dîrok şariştaniye, dîrok civat e, dîrok mirovahîye… Liste dikare gelekî dirêj bibe. Li gora raman û bîrdoziya serdestan, dîrok, dîroka wana ye. An jî bi gotineke din, dîrok, dîroka serdestan e. Hîna şênbertir, dîrok, dîroka dewletê û kesên neqandî ye…Ango dîroka wana tenê ya wana ye, ne ya civatê ye, ne ya gel e, ji xwe qet ne ya sosyal e. Ew tenê ya wana ye û hew…Li ser dîroka mirovan hergav niqaşên zanyarî hene. Ev yek tê zanîn. Di wan demên dawî de, dibin navê dîroka çandewarî de, babeteke dîrokê gelekî bala mirovan dikişîne. Serkêşiya babetê vê dîroka hemdemî profesor Peter Burke dike. Peter Burke bi eslê xwe İngilîz e û di nava dîrokvanan de baş tê naskirin. Ev di derheqa dîroka çandewarî de xwediyê dîtinên taybet e; Li gora dîtina Burke, ji dema Ronesans e û vir de gelek berhemên li ser dîroka çandewarî hatine afirandin. Xebatên Jakob Buckhard û Johan Huizinga li ser vê dema naskiri weke du çavkaniyên bingehîn tenê nirxandin. Di van çavkaniyan de dîrok hinek ji mijara xwe ya klasîk bi dûr dikeve û giranîya xwe dida ser berhemên çandî. Li gelek welatên Ewrûpa dibistanên vê babetê dîroka çandewarî hatin avakirin. Kovar, pirtûk û enstitu hatin avakirin. Ev babetê xebatê hêdî hêdî dûra pêşket û dîrokvanên çandewarî bi hevdu re digotin; gava hûn qala devlet, ekonomî û siyasetê dikin, mirovan jibîra nekin! Ango, devlet, ekonomî û sîyaseta bê mirov ji xwe ji binî de nabe. Ji ber ku mirov navenda hemû tiştî ye. Divê ev faktor bi balkêşî were hûnandin, ji bona ku devlet, sîyaset û ekonomî bibe xwedî wate.Peter Burke di pirtûka xwe ya bi navê “Dîroka Çandewarîya Nû” de qala metodên klasîk, kevneşopî û metodên hişk li aliyêkî dike. Li aliyê din jî qala metodên nerm weke hest, huner, edebiyat, mîmarî û jîyana rojane dike. Peter Burke dibêje ku ev herdû metod weke aqil û hest hi hevdû re hene. Hebûna wana heman tevahiyê tekûz dike. Divê ev mêzêna civatê, ku him di civatê de û him jî di xwezayê heye li hevdû baş were ragirtin. Lê bêle dîrokvanên kevnarê û klasîk, di nivîsandinên xwe de giranî dabûn beşa aqil lê hestên mirovan jibîrakiribûn. Gava ku tu giranîyê bide berhemên aqilî lê berhemên ku ji hestên mirovan pêk tên, ji bîra bike, wê gavê mêzêna gerdûnî, mêzêna civakî ji derb dikeve. Mêzên difeşkile. Bêwate dibe. Di vê encamê de dîrok, nivco dibe. Dîroka çandewarî divabû hestên mirovan, berhemên ku hestên mirovan didin der, weke muzîk, mimarî, helbest, mode, xwarin û vexwarin, zewac, dilbijandinên cinsî, pîvanên estetîkî û tiştên wek wana derxinê pêş. Yek ji taybetmendiyên dîroka çandewarî ev bû. Ango mijara lêkolîna dîrokê, bi dîroka çandewarî re berfirehtir bibû.Gava ku mirov bi tevahî qala dîrokê dikê, hema bi carekê re qala sîyasetê tê kirin. Lê ev metod bertengkirina dîrokê bi xwe bû. Sîyaset tenê beşek ji jîyana mirova ye. Em hemû dizanin ku dîrok, ne tenê ji bûyerên sîyasî pêk te. Ma sîyaseta bê ekonomî gelo sîyaseteke çawa ye? Ma sîyaseteke wilo heye? Ma sîyaseteke bê çand sîyaseteke çawa ye?Bi ya min weke qûrqûra beqa ye! Sîyaseta kûndirkî ye! Ji derve de xweşike û ji hundir de vingîvala ye!Ji ber wan sedeman divê dîrok piralî derkeve meydanê. Mijarên ku dîrokvan li ser lêkolînê dikin, divê berfireh bibin. Ji bona mînak; ma hema tênê sîyaset û motivên siyasî mirovan dixin nava tevgerên civakî? Na xêr!Mirovên ku di nava tevgerê dîrokî de ne, ne tenê sîyasî tevdigerin. Ew di heman wextê de ekonomikî, psîkolojikî, hunerî, çandî tevdigerin. Gelek caran motivên beşdarbûna tevgerên sîyasî dikare berjewendiyên şexsî jî bin. Ev jî rast e.Ji ber wilo jî gava ku mirov bixwaze dîrokê fêr bibe, divê metodên lêkolînvanan tevahî bin. Çi tiştê ku mirovan elaqedar dike, divê mirov jê re biyanî nemîne. Tiştên ku hemû mirovan elaqadar dike û tiştên ku mirov pê elaqadar dibe divê bikeve nava lêkolînên dîrokê. Mirov bi hemû cûrêyên hebûna xwe balkêş e. Di dîrokê de divê mirov li mirovan bigere. Li motivên biçûk û mezin di derbara mirovan de bigere. Çalakiyên mirovan di dîrokê de hergav şênber in. Ji ber ku dîrok şênber e. Em vê yekê dizanin. Dîrokvan divê bi hemû şênberbûna xwe çalakiyên mirovan raxe ber çavan.Wê gavê watebûna çalakiyan dikarê di derheqa mirovan de zanebûnên bingehîn derxînê pêş. Mirov wê gavê xwe baştir nasdikin. Çiqasî di derheqa mirovan de mirov xwedî zanebûnên piralî be, biryardanên ji bona pêşerojê jî, ewqasî hêsanitir dibin. Ji ber ku mirov bi hemû hebûnên xwe di nava çalakiya dîrokê de realize dibe û dikemile…Şerefxan Cizîrî04.04.2018