Dilovan Barzanî birayê Nêçîrvan Barazanî wefat kir

Dilovan Îdrîs Barzanîm birayê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, îro roja duşemê 02.04.2018ê li bajarê Hewlêrê wefat kir.Dilovan Îdrîs Barzanî li bajarê Hewlêrê ji ber kirîza dil cane xwe ji dest da.Nêçîrvan Barzanî û Dilovan Barzanî cêwî bûn û her du di sala 1966ê de li herêma Barzan ji dayîk bibûn.Bi vê minasibeta xemgîn Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de nûçeya wefatkirina Dilovan Barzanî radigehîne:Bi nave Xwedayê mezin û mîhrebanBi xem û kovanek mezin, sipêdehiya roja duşemê 02.04.2018ê Dilovan Îdrîs Barzanî kurê rehmetî Îdrîs Barzanî, ji ber kirîza dil wefat kir û çû ber dilovaniya perwerdgarê mezin.Di demkê de ku ez vê nûçeyê radigehîn im, ji Xwdayê mezin daxwaz dikim ku xwedêjêrazî bi rehmet û mîhrebaniya xwe şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyan bibexşe.Mesûd Barzanî02.04.2018