Li Geverê kuştin çêbû
Li Geverê di nav kurdan de şer çêbû û di encam de kesekî jiyana xwe ji dest da.
Li Geverê hevalbendên PKK-ê kuştina 7 çekdarên PKK-ê li devera Dersimê protesto kirin. Li gora agahdariyên medya Tirkiye, grubek insan ku endamên Mustazaf-Der in, êrîşê kesên ku protestoyê dikin kirin. Di encam de di nav wan de şer derket. Polis jî ev grub belav kirin.
Piştî demekî hinek kes li ber deriyê komeleya Mustazaf-Der kom bûn û cardin di nav wan û hevalbendên PKK-ê de şer derket. Di encam de cigirê serokê komela Mustazaf-Der Ubeydullah Durna bi hate kuştin.
Mustazaf-Der komeleyekê girêdayê Hizbullah e. Wek tê zanîn berê bi pişgiriya dewletê Hizbullah şerê PKK-ê kir û di encama vî şerê de bi sedan kes hatin kuştin. Lê sala 1995-ê di nav PKK-ê û Hizbullah de agirbest hate kirin û heta niha di nav wan de şer çênebuye.
Ji berî demekî hinek berpirsên Hizbullahê ku ji girtigehê derketin peyamên ku dijê şer dan û dabûn kifşkirin ku, dê ew siyasetê bi aşitî bikin û herweha ji bo şerê di nav wan û PKK-ê de jî xwe rexne kirîbûn.
Dixweyê cardin li Kurdistanê dezgehên tarî destîn xwe yên qirêj dirêj kirine û dixwazin kurdan bi hev bidin kuştin.