Divê her aliyek li gorî qanûnên Kurdistanê tevbigere
Digel nêzîkbûna roja encamdana hilbijartina parlamentoya Îraqa Federal û destpêkirina kampaniyaya hilbijartina, serokatiya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê daxwazê ji tevaya aliyên siyasî, hevwelatî, kandîd û alîgirên wan dike ku di dema encamdana kampaniyaya hilbijartina de, pabendiyê bi van xalên li jêr bikin:• Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekîdê li ser parastina mafê gişt kandîd, liste û aliyên siyasiyên Kurdistan û Îraqê ku bi fermî ji aliyê Komisyona balaya serbixwe ya hilbijartina ve hatin qeyd kirin, ji bo encamdana çalakiyan û kampanîkirin bi azadî di çarçoveya yasa û rênîşanderan de dike. Her kandîdek yan lîstke hilbijartina yan aliyek siyasî di dema rûdana her destdirêjî û binpêkirinekê de ji aliyek ve be bila bibe, dikare serlêdana aliyên peywendîdar bike û bi wan binpêkiirna agadar bike.• Pêdviye pirosesa kampaniyaya hilbijartina bi canekî hevduqebûlkirin û rêzgirtin li bîrûbawerên hev û li berçavgiritina bingehên mafên azadiya raderbirînê birêve biçe û tev alî xwe ji her awayekî tundûtûjiyî, navzirandin û karên neqanûnî dûr bikin. Bi yasa û rênîşanderên Komisyona balaya serbixwe ya hilbijartinan û yasayên hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend bin.• Pêdviye tev fermangehên hikûmetê û saziyên emnî digel Komisyona balaya serbixwe ya hilbijartinan û aliyên peywendîdar bi timamî hevahengiyê bikin û ji bona birêveçûna pirosesa kampaniyaya hilbijartina û encamdana hilbijartina li gor pirensîpên mafê mirovî û parastina mafê dengder, kandîd û hevwelatiyan kar bikin.