Civak

Du mûçeyî li Kurdistanê namîne

Di parlementoya Kurdistanê de  13 maddeyên yasaya çaksaziyê hatin pesendkirin. Di vê derbarê de serokê Fraksiyona PDK UmidXoşnav konferansek çapemeniyê pêkanî.Xoşnav di derbarê biyara parlementoya Kurdistanê de got: Rûniştina perleman heya derengê îşev wê berdewam be ji bo gotûbêjkirina pirojeyasaya çaksaziyê û heger îşev temam nebe, wê di demeke nêzîk de cardin parlemento b bicive û wî karî temam bike.Berdewamiya daxûyaniya xwe de Xoşnav got: Ew xalên niha hatine pesendkirin, ev in: “Pakirina lîsta şehîdan û zindaniyên siyasî, hilweşandina biryara malnişînkirina neyasayî, ji ber ku ji her kesî re eşkere bû, ku di salên derbasbûyî de, hejmarek mezin ji kesên nehêjayî hatin malnişînkirin, herwiha kêmkirina mûçeyê malnişînên xwedî pileyên taybet xaleke din ya gotûbêjan bû û her dem behsa wê dihat kirin, biryar li ser wê yekê jî hat dayin, ku mûçeyên wan yê malnişîniyê bê kêmkirin 

Back to top button