Civak

Saleh Muslim “qehremanê “ kiye ?

Hevserokê PYDê yê berê Saleh Muslim li paytextê Çekien li Pragê ji aliyê polisên interpolê ve hate binçavkirin. Tirkiye daxwaz kir ku Muslim radestî wan bikin. Lê dadgeha Çekî ev yek nekir û Muslim serbest berda.Pirs evkas vekirî û zelale. Lê eve sê rojin Pirsa Salih Muslim medya Kurdistana Başûr dagir kiriye. Rabe Muslim, raze Muslim. Heta hemû kanalên televizyon û nûçeyên malperan de nûçeya sereke her Salih Muslim bû. Carê di yek malperî de ji 10 nûçeyan 5 di derbarê Mûslim de bû. Nûçeyên ku dihatin belav kirin jî bê mana bûn, nizanim, jina Muslim çi gotiye, yan jî Muslim çi dibêje.Ev yek bivê nevê pirsekî tîne rojevê. Gelo li Kurdistana Başûr Salih Muslim Îdolê kiye? Kî dixwaze Muslim bike “qehreman“ Heyf û sed mixabin. Heta ev tiştê holê biçûk neyên çareserkirin , pêkanina tiştên mezin xeyale.

Back to top button