Emîndarê giştî yê tevgera Necba ku, yek ji milîşyatên Heşda Şeibî ragehand ku, ew dê xaka Iraqê ji hêzên Amerîkayê paqijbikin.Di daxuyaniyekê de emîndarê giştî yê tevgera Necba Ekrem Kabî ragehand ku, ew dê hawlên xwe bikin daku, xaka Iraqê bi temamî ji hêzên Amerîkayê û şaneyên terorîstan paqijbikin, da zanîn ku, ew şaneyên nivistî ji aliyê Amerîkayê ve di bin navên cuda de têne parastin.Êrîşa û gefên emîndarê giştî yê tevgera Necba Ekrem Kabî piştî wê yekê hat ku, berî du rojan 27 çekdarên Heşda Şeibî li navçeya Sadûniye li sînorê Hiwêca ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin.Tevgera Necba yek ji wan mîlîşên ku, rêberê bilind yê Îranê Elî Xamineyî serpiriştiya wê dike û pêwendiyên wan li gel Hizbulaha Libnanî hene û berdewam in.
Pêş
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyoza Fînlandayê kir
03/07/2025
Civîna Trump-Putin bi dawî bû: Rûsya ji dev armancên xwe yên li Ukraynayê bernade
Têkildar
Balkêş e ?
Close