Di çarçoveya konferensa Asayîşa Munchen de, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Joe Biden Cîgirê serokê berê yê Amarîkayê ku dostekî dêrîn yê gelê Kudistanê ye, civiya û çened pirsên giring gotûbêj kirin.Di civînê de ku, Mesrûr Barzanî şîretmendê ewlekariya Herêma Kurdistanê, Fuad Hisên serokê dîwana seroaktiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve û Dilşad Barzanî nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Almanyayê made bûn, her du aliyan rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawiyê yên diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin û behsa qonaxa piştî DAÎŞê, pirosesa siyasî û hilbijartinên bên yên Îraq û Herêma Kurdistanê kirin.Nêçîrvan Barzanî careke din li ser navê gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê sipasia rol û dostîniya Joe Biden û dostên din yên gelê Kurdistanê li Amarîkayê kir û jê re behsa qonxa piştî DAÎŞê, pêşhatên dawiyê yên diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê kir û hêvî xwest ew diyalog bigihe encamên erênî û li ser bingeha destûrê hemû pirs çareser bibin.
Pêş
04/07/2025
Zelenskyy: Min û Trump pêwendiyeke gelekî girîng û berhemdar pêk anî
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
Balkêş e ?
Close