CîhanPolîtîk

Rusya: Kurd xapandin

 Berdevka wezareta derve ya Rusya Mariya Zaharova, kanala tevizyona Rossiya de tevlî bernameyekî bû. Zaharova behsa Kurda kir û di vê derbarê de, berdevka wezereta derve ya da xûyakirin ku, ew hinek daxûyaniyan ji kurda dibihîsîn ku dibêjin Rusya kurd firotine.Zaharova dibêje: Di pirsgirêka Suriye de Rusya her demî daye xûyakirin ku, divê faktora kurda li Suriye berbiçav bê girtin. Em vê yekê hevdîtinên xwe yên li gel welatên din jî dibêjin. Em ji welatên wek Amerika, Tirkiye û Îranê re dibêjin kurd faktorek girîngin. Di vê derbarê de dîtina me evbû:“ Divê em kurda tevlî pêvajoya siyasî bikin, em rolê kurda yê li Suriye dileyzin berbiçav bigrin. Ev yek suriye ber bi welatek yekgirtu, azad û demokratik ve dibe.Berdewamiya axavtina xwe de Zaharova got:  Lê leyiztikên din hene, bi qerta kurda ya netewî hate leyiztin.Gelek soz ji kurdan re hatin dayin. Di rastiya xwe de ew xapandin. Xiyanet li wan kirin. Lê di derbarê kurdan de dîtina me wek xweye. Kurd nebin pêşveçûn çênabe.

Back to top button