Êrişa Efrinê encam siyaseta Tirkiye ya pişgiriya terorista ye
Serokê rejima Suriye Bişar Esed di derbarê êrîşa Tirkiye ya li ser Efrînê daxûyaniyek da. Li gora ajansa fermî ya Suriye SANA, Esad dibêje ku, operasiyona Tirkiye ya Efrînê pişgiriya terorista ye. Esad dibêje: Dema kriza Suriye destpêkir Tirkiye , di serî de pişgiriya terorîsta kir û êrîşa Efrinê jî encama vê siyaseta Tirkiye ye.Bişar Esad li Şamê civînek li gel Konseya stratejiya karûbarên derve ya Îranê pêkanî , li gora SANA radigihîne Esad di vê civînê de gotiye: Tirkiye êrîşek dijwar bir ser devera Efrinê. Ev encama siyaseta Tirkiye ya ji roja ewil de li himber Suriye rêve dibêye. Tirkiye politika xwe ya Suriye li ser arikariya terorista ava kiriye.Hukumeta Suriye ji berî niha jî êrîşa Tirkiye ya li ser Efrinê şermezar krîbû, Suriye gotibû ku , Efrin beşek ji axa Suriye.