Civak
Ji bo pişgiriya serok xwepêşandan têne kirin
Piştî ku, serok Barzanî peyamek ji bogel belav kir, tê de red kir li ser posta serokatiya herêmê berdewam bike, bi hezaran welatiyên bajar û bajarokên herêma Kurdistanê li dijî wê biryarê rijiyan ser cadeyan.Bi hezaran kes ji bajarê Hewlêr, Dihok, Soran, Zaxo û çendîn deverên din ên herêma Kurdistanê li dijî biryarê û neqebûlkirina Barzanî ji posta serokatiyê rijiyan ser cadeyan.Duh, serok Barzanî peyamek bo parlamentoya Kurdistanê rêkir û îro di civîna asayîya parlamentoyê ew peyam hate xwendin, piştî wê di peyameke vîdyoyî de Barzanî tekez kir ku, ew di posta xwe de weke serokê herêma Kurdistanê berdewam nabe û got ku, ew dê weke pêşmergeyek di nav cemawerê xwe de bergiriyê ji xaka welatê xwe re bike û destkefên Kurdistanê biparêze.