Amerika: Ew terorist e

Amerîkayê ragihand, ku fermandeyê pilebilind ê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis terorîst e.Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert îro di konfranseke rojnamevanî de li Waşingtonê û di bersiva pirsyarekê de li ser rola Ebû Mehdî Muhendis ragihand, ew kes terorîst e û niha ew dikare tenê wê yekê bêje.Ebû Mehdî Muhendis pêştir ji aliyê Amerîkayê ve navê wî ketibû nava lîsta terorê.Heather Nauert herwiha banga destpêkirina diyalogê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de kir û got: “Em daxwaz ji birêz Ebadî û birêz Barzanî dikin, ku dest bi gotûbêjê bikin û demekê jî bo destpêkirina gotûbêjan diyar bikin.”


