Fatih Donmez misteşarê wezareta Enerjiyê ya Tikiye , li Îzmirê konferansa bilind a enerjiyê de axavtinek kir. Donmez di axavtina xwe de behsa veguheztina petrola Kurdistanê û di vê derbarê de helwesta Tirkiye kir.Donmez da xûyakirin ku heta niha hukumeta Tirkiye tu biryarek li ser veguheztina petrola Kurdistanê li ser axa Tirkiye nedaye. Lê pêşerojê de dema pêwist dê biryarekî bidin. Ev babet tê nirxandin.Wek tê zanin Tirkiye piştî referanduma serxwebûnê li himber Kurdistanê hinek biryar girtin û abloqeyek li ser Kurdistanê pêkanî. Serokkomarê vî welatî daxûyaniyên tund û ne cih de di derbarê referandumê de dan. Ji bo vê yekê jî Tirkiye dixwaze guvaşa li ser Kurdistanê zêde bike. Lê heta çi radeyê hêza Tirkiye heye vê yekê bike cihê nirxandinêye. Ji ber ku Tirkiye bi xwe jî muhtace ku bazirganiyê li gel Kurdistanê bike.
Pêş
30/06/2025
Rojek çarenûsî ji bo CHPê…!
29/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir
Têkildar
Balkêş e ?
Close