Tirkiye: Betal bikin
Piştî civin û biryarên Konseya ewlehiya Tirkiye li ser pêşniyarên konseyê hukumet di serokatiya Erdogan de civiya. Piştî civîna hukumeta Tirkiye berdevkê hukumetê Bekir Bozdag daxûyaniyek da û behsa biryarên hukumetê kir.Bozadag got: Em ne li gelin ku referendum werî paşxistin dive bê betalkirin û tu cara nebê. Tirkiye referandumê wek tehditek li ser ewlehiya welatê xwe û herêmê dibine. Herweha tehditeke li ser yakitiya axa Iraqê jî.Bozdag behsa ku tiştên Tirkiye li himber Kurdistana Başûr bike nekir. Lê gelemperî got ku , dê Tirkiye rêzek tiştan bike û midaxeleya leşkeri jî di nav de gelek tedbirên din hene. Lê nabîjin dê çi bikin. Niha jî Tirkiye li dijê Kurdistanê xwedidîyê li rejimên dewletên herêmê wek Îran , Iraq û Suriye dike.Bozdag dibêje : hemû awayen tedbira hatin ser mase, lê dê her tişt di dema xwe de bibde.Heri dawî Bozdag got: Ji bo xêra herêmê û helwestek akilane dive referendum bê betal kirin.Em hêvi dikin ku referandumê betal bikin.Da ku rê li pêşiya pirsgirêkan bete girtin.