CîhanReferandum

Biryara Tirkiye di derbarê referanduma serxwebûnê de

Civîna Konseya ewlehiya netewî ya Tirkiye dawî hat û piştî civînê daxûyaniyek hate belavkirin.Di daxûyaniyê de, derbar rewşa Kurdistana Başûr de bala desthilatdariya Kurdistanê dikşîne.Civîn di serokatiya Tayib Erdogan de civiya û 3 demjimêra berdewam kir. Di civînê de pêşhatiyên Kurdistana Başûr derdikevin pêş hatin nirxandin.Di daxûyaniyê de dibêje:Referanduma li Bakurê Iraqê ne meşrûye û nayê qebûl kirin.Biryara referandumê ewlehiya Tirkiye tehdît dike û ya herêmê jî tehdît dike.Li himber hemû balkêşiya me, eger referandum çêbe, dê mafên me yên ji peymanê navdewletî û peymanên du ali heyîn pêwistbe dê bê karanîn.Divê herêma Kurd ya Iraqê ji dev referandumê berdê û li gel hukumeta Bexdayê bi rêya diyalogê pirsgirêkên heyî bêne çareserkirin. Em wek Tirkiye amadene rolê pêwist ji bo diyaloga Hewlêr û Bexdayê bileyzin.Wek Tirkiye encumena ewlehiya navdewletî û hukumeta Iraqê jî li dijê çêkirina referandumêne. Referandum zererek mezin dide herêmê.

Back to top button