Xwe naskirin şeref û sîyanete
“Belkî jî ez Kurdistana Azad nebînim, lê zarokên min yê ese bivînin Kurdistana serbixwe. Hun layîqî, hêjayî dewleteke taybetin, hun gellekin, ranewestin, pêşeroj ya weye.” Nêlson Mandêla (Ji xelata dewleta Turkyayê ye tewrebilind a li ser navê Ataturk înkar dike). Rapirsîn şoreşek medenî, qanûnî, ramanî û serkevtinek hemdemîye.Hestek ji yê mirovahî û xwedaî azadîye,Mirovê ku ne azadbe jîyanêda ne zindîye. Gelê ku nikare welatê xwera xwedî derkeve,Şepirzeye, penabere pêşê wî hertim reve… Li tu erda li nav gela tu wext nabe binecî,Bê şeref dihesbînin jêra tune rûmet û cî. Mirovên bê welat ra nadin rê û dirb derfetê,Bê îtbare, tawanbare li pêş çavê edaletê. Ne hêcaye, nezaneye li pêş çavê hummetê,Ji bala Xweda jî dûre nake jêra kerametê. Gelê ku nikare welatê xwe biparêze,Qismetê wî koletîye, berdeste, bê rêze… Her gel bi gorî hêza xwe dijî û dimeşe.25 ê îlonê ev rojê bibe roja destpêka bi giştî azadîya netewa kurd, dîroka azadîya gelê dîrokî û kevnar. Tiştê ku kurdê undakin evin – zulm, zor, neheqî, bindestî, koçberî, îmha, înkar, komkujî, êrîşên bîyanîyan ên hovane, sînor ên di navbera kurda hatine kişandin ê ji holê rabin. Kurdê bi giştî pêşerojek pîroz bi sîyanet bînin dest. Rapirsîn rê û wesîla jîyanek bi şerefe bo kurdan. Kurdên ku xwe nasdikin hemû bi bawerî benda vê roja pîrozin. Heqê kurda tune vê derfetê ji dest berdin. Ev derfet daxwaz û qazanca şeîdane. Ji bo azadîyê gelê kurd di navbera qurnekê de heya 5 milyon ewledên xwe hêja şeîd daye, rapirsînê ra dijderketin şeîdara, gelê kurd ra, nifşên hatî ra, dîrokê ra, Kurdistanêra îxanetek bêhempaye, bê şerefî û serberjêrîye.Kurda gellek cara dîrokêda hewil dane bibin xwedan dewlet, lê mixabin li ser neketine, hertim li kurda neheqî hatine kirin, bi hestên kurdara leyîstine, kurd xapandine, lê kurd ji ruh neketine eşqa azadîyê ve hertim jîne, bi berxwedanî jîyana xwe domandine.Netew û kesayetên bê welat, bê dewlet xesandîne, gel tenê bi dewletbûnê ve dikare xwe îfade û temsîl bike û nirxên xwe netewî xwedî derkeve, mafên xwe xwezayî, gerdûnî biparêze û azad bijî.Bi serpereştîya serok Mesud Berzanî gelê kurd biryara serxwebûnê, dewletbûnê daye û vê oxrêda bi îsrare. Yên ku îro dewletbûna kurda naxwazin dijî rapirsînê radiwestin. Serokê kurd bersiva wan weha tîne ziman: «Em birçî de bimirin jî em dizanin ji bo çi emê bimirin», an jî «Min li bin vê ala reng rengî çavên xwe vekirîye ezê li bin vê ala milmilandî de jî çavên xwe bigirim», an jî «Me Enfal dît, Helebçe dît gellek rojên giran dîtin. Em ji tu tiştî jî venakişin, em ji bo serxwebûnê her dijwarîyêra amadene». Belê mirina li ser pîya ji jîna li ser çoka çêtirê.Di qada dîplomasîya navnetewî de jî di hêla serokê Herêma Kurdistanê ve gavên pêşketî têne avîtin. Bi saya sîyaseta wî dewletên gerdûnî di herêma Kurdistanê ra têkîlîyên aborî û sîyasî didomînin, bi dehan dewleta li ser axa Herêma Kurdistanê bi resmî nûnertîya xwe (konsûlxane) vekirine, bi milyarda dollar sermaye danîne, di şexsê serok Mesud Berzanî serok û rayedarên dewletan bi rûmet bi sîmpatîyek gewreve nêzînkî pêşmerge û gelê Herêma Kurdistanê dibin. Serok û rayedarên dewletan li bin ala kurd pêşwazîya serokê Herêma Kurdistanê dikin.Bi raman, gotin, kar û xebata xwe a bi berbiçav serokê Herêma Kurdistanê birêz M.Berzanî moral û bawerîyek berz ji bo gelê kurd pêjda tîne.Bê şik bi sîyaset û kirinên xwe humanîstve serokê kurd dişipe Selahedînê Eyyûbî ê navdar. S.Eyyûbî beşek mirovahîyê dema xweda ji qetlama selîbîya parast, îslamîyyet îro ji bo hebûna xwe minetdarê altindarîya wîye. Lê cudatîyek di navbera wan de heye. Serok Mesud Berzanî netewa xwe bi wesîla rapirsînê ber bi pêşerojek bi şeref dibe, gelê kurd ber bi durustbûna dewletek niştmanî, fermî, neteweyî seferber kirîye. Netewa xwe ra bi sîyanet, bi baristanî, bi bawerî xizmetê dike. Ji bo netewa kurd ev xizmet û nûjenbûn pir girîng û balkêşe.Îro netewa kurd bi bizava serokê Herêma Kurdistanê Mesud Berzanî daxwaz û xastekên bapîrên me Simkoyê Şikak, Şêx Mehmûdê Berzencî, Şêx Seîdê Pîran, Şêx Ebdulselam Berzanî, Seîd Riza Dêrsîmî, Şêx Ehmed Berzanî, Îhsan Nûrî Paşa, Mela Mistefa Berzanî, Pêşewa Qazî û hwd. hewl dide bi rêya aşîtî, aramî, bi mirovane muyesserê jîyanê bike.Rapirsîn şoreşek medenî, destûrî, ramanî û serkevtinek hemdemîye. Girîngîya vê rapirsînê:
- Bi şêwazekî aramî, bi aştîyane kifş kirin a sînor û erdnîgarîya aqara Herêma Kurdistanê (başûr ê Kurdistanê).
- Herifandin a projeyên hevpeymanên Saîs Pîkoyê (1916 s.) û a Lozanê (1923).
- Avakirina dewletek serbixwe bi navê Kurdistan ê. Ev zerûretek dîrokîye. (li ser nexşeya cîhanê bi navê KURDISTAN dewleta 213 an yê xuya bibe).
- Pêvajoya rapirsînê wesîleya zindîbûna yekbûna netewa kurde, îrade gelêrîye.
- Pergala koletîyê, dagirkerîyê di Rojhilata Navîn da tê qetandinê. Nijadperest û dagirkerên ku kuştinê ji bo kurdan rewa dibînin qels dibin.
- Zemîn a destpêbûna dêmokrasîyayê û di pêjdahatina aramîyê, aşîtîyê de rol û serkevtina kurda di Rojhilata Navîn de.
- Wek miletekî resmî têgêhiştina kurdan û zimanekî standart.
Di şerê hemberî hovên, kujerên mirovahîyê DAÎŞê li pêş çavê alemê kurda çawa netewek maqûl, xêrxwez, mirovhez, altindar xwe bi fedekarî dan naskirinê. Kurda îspat kir ku dostê her kesî û her gelîye, dilsozê nirxên mirovahîyêye lewma jî bala gerdûnî celbî xwe kirîye, bi rûmet nêzînkî kurda dibin. Kurda dinirxînin. Derbarê kurda de sernivîskarê “Charlie Hebdo” Steven Cahrb weha nivîsîbû:«Ez ne Kurdim, Ez nikarim bi kurdî biaxivim navê nivîskarekî Kurd jî nizanim, tiştekî li ser dîroka kurdî jî nizanim, çanda Kurdî ji bo min namo ye. Lê îro ji nişkêve îlham (sirûş) hatiye min, Ez bi Kurdî difikirim, bi Kurdî diaxivim, bi kurdî xwarinê dixwim, bi Kurdî stranan dibêjim û bi kurdî jî digrîm. Ez îro hest dikim ku ez Kurdim. Ew Kurdên ku li Sûriyê hatine dorpêç kirin tenê Kurd nînin, belkî ew mirovin ku li beramberî hêzên reş şer dikin, ew jiyana xwe diparêzin, malbatên xwe diparêzin, welatê xwe diparêzin. Em bixwazin yan nexwazin ew take astengin li pêşiya pêşveçûna dewleta îslamî… Kurd me hemûyan diparêzin neku tenê li beramberî DAIŞ belkî li hemberî hovanetirîn hêz».Pey erê kirina rapirsînê ra bê şik élan kirina dewletbûna kurdara, serbixwebûna Herêma Kurdistanê ra cîhan yê bê deng nemîne. Heqê kurda tune vê derfetê ji dest berdin, ev derfeta jîyana serbilinde.Ey kurd, dema te hat gihîşt şansa xwe bernede, rapirsînê ra erê kirin peywir û deynê teye li ber zarokên te, li pêş mirovahîyê, li pêş dîrokê, maf û heqê teye, rêya te a jîyanêye.Bapîrê me weha gotine “Kî yekî din re ku bîrê vedikole ew bi xwe dikevê”. Kurd berxwedana xwe re dilsozin, vê pêvajoyêda tiştê ku kurd undake bindestîye, tiştê enî pîroz jî ji bo kurdan jîyana paqije û rastîya dîrokêye, ronahîya pêşerojêye, rizgarîye.Yên ku rapirsînêra na dibêjin bersîva wan eve – “Eger hun ala xwe û dewleta xwe naxwazin di we de seqetîyek heye” (Îsmaîl Bêşêkçî).Tevgera giştpirsînê re laqêyd nemînin. Bindestî an SERXWEBÛN bila her Kurd bifikire.Welat her kêmasîya jî ji hole radike. Mirovên bê welat xesandî û vemirandîne bê xayîne heyf û gunê tu kesî li wan nayê. Welat nanê cesaretê û azadîyê ye.Welat tace serê netewe.Gelê bê cesaret, bê culet bê rûmete serberjêre.Welat qedera mirovan û şerefa gelane.Welat serbilindaya milyonane.Welat jîyana bi weteye.Mirovên bê welat netewên bê welat bermayên dîrokê koleyên cîvakêne. Qismetê wan bê maftî û koletîye.Bê welat em bê ruhin, welatê me dilê meye, welatê me jîna meye, bê welat em tuneyîne, undayîne, edenene li welatan beredîne. Bê welat kurd xwelîya bin pîyê xelqêne, barkaşin, barkaşin… Welat xwedî derkevin bibin dewlet.Netewa ku xwe nasdike tu wext koletîyê qebûl nake. Ev care carek din derfet dubare nabe. Ey kurdê kevneşop hêsîro dema te hat gêhîşt,Rizgar bike welat ewe ji tera resen bêhîşt. Biherike li meydanê bo rapirsînê nebe lal,Bi dengê te yê bimilmile li esmana ev al, Hezar sala carek dikene rûya rozgar qeder,Bernede firsendê keda te bila nebe heder. Dijmin dorpêç kirîy hewl dide kerbî dike zorê,Lê pêşeroj ya teye vedibin derge û rê. Dixwazin bi derewa, te bavêjin dîsa torê,Firsendê nede bilivin nexape terê berê. Rapirsîne ji bo te pêşeroj bêje erê,Bi hevra bi kar bînin vê mecala qederê.Herkê hesnakî bizêrî bindestbî bijî çawa qûl,Rapirsîne şoreşa hemdemî medenî maqûl. *** *** *** *** *** *** *** *** ***Bîyanî welatê meda bi qurna desthilatin,Dergên jîyanê berbi me şidandin em xalifandin. Bese em bûn mindal pir em xapandin û zêrandin,Bi sed salan em tawandin bê sûc daliqandin. Ku bi hevra rabin hevbeş bi tevger herin qada,Kesê bi me nikaribe cîhanê de vê şûnda. Vê oxrêda bibin çeleng berxwedar canfîda.Bila şabe ruhê wan pakrewana şeîda. Bi rapirsînê yê ser kevin nêt meramên qenc,Emê alt bikin îmhayê zulmê zorê û renc. Ey kurd rapêre vaye vebûn ber te dergê xêrê,Here giştpirsînêra bi cesaret bêje erê. Bi şareza bigire dîlanê govenda serxwebûnê,,Berê neyar bide berbi revê çûnê û qelsbûnê. Bese bûy bêkenî xezan bindestada mayî,Welatê xwe şênke bi serfrazî lê bibe xayî. Bi biryarî bi îsrarî bi biratî bi rayî,Esmanê welatê te wê bibe ronî û sayî. *** *** *** *** *** *** *** *** *** Welat nanê helal jîna rehet û mekan bêhîşt,Hezar sale neyarê hov kotî ji mera nehîşt. Ruza ê me copand û bir ser qismet ê me rûnişt.Jina şeref rapirsîne rabin hemû çartenişt. Ev care carek din ji mera mecal çênabe,Bi rêfêrêndûm netawa kurd yê aza û şabe. *** *** *** *** *** *** *** *** ***Neyar ji axa pîroz ranabe,Ji kirinên hovane têr nabe,Ji dunya medenî fêr nabe,Xwe girtîye kotîdîyê nake tobe.Rewşek weha de jîne dijware. *** *** *** *** *** *** *** *** *** Emin îro mêrxas maqûl ê cîhanê,Bi rapirsînê ve kurdê bêne xanê. Sînorê ser axa Kurdistanê rabin.Gelê bindest kole wê ese azabin. Ey kurdo bi şanazî bi culet rabe,Ya me ev care derfet dubare nabe. *** *** *** *** *** *** *** *** *** Tirs û xof ketîye dilê dagirkera,Kurdê paşopê wan sîyarkin li kera,Berê wan jî yê bidin mêşa newalaBila hemêzkin qedera vala…Bila bikevin li ser çokaBila bibin çîrokê dîroka… *** *** *** *** *** *** *** *** *** Ya me ev care derfet dubare nabe,Ey kurd bi şanazî bi culet rabe. Kî rapirsînêra ku na dibêje,Xwefiroş seqet bê fehm û qirêje… Bêwar Barî Teyfûrî 17.09.2017