CîhanDosya

Barzanî bo Birîtaniya: Altarnatîv çiye

Serokê Kurdistanê digel wezîrê bergiriyê yê Birîtaniyayê civiya û jê re got: Me hemû awayên têkeliyan digel Îraqê ceribandin, ji nemerkezî heta digehe otonomî û federaliyê, me hemû ceribandin, lê şikestin anî. Jibilî serxwebûnê tu rêyek din nemaye. Em dixwazin bi Îraqê re du cîranên baş bin û baştirîn têkelî bi hev re hebin.Mesûd Barzanî serokê Kurdistan, roja 18.09.2017ê li havîngeha Pîrmam a nêzîkî Hewlêrê, pêşwazî li Michael Fallon wezîrê berevaniyê yê Birîtaniyayê û şandeya pê re kir û di civînekê de wezîrê birîtaniyayî bal kişand ser referendûma serxwebûna Kurdistanê û got ku Birîtaniya dixwaze referedûm bê paşxitin û pirosesa diyalogê digel Bexdayê bê dest pê kirin û ew diyalog jî di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî birêve biçe.Serok Barzanî ji şandeya mêvan re behsa biryara encamdana referendûmê kir û got ku, roja 7ê hezîrana borî piraniya aliyên siyasiyên Kurdistanê bi piştevaniya gelê Kurdistanê roja encamdana referendûmê destnîşan kir, lê belê biryara referendûmê bi xwe di wê rojê de nehatiye dan, bi dirêjahiya salên derbasbûyî gelek caran Bexda li ser vê pirsê hatiye agadar kirin ku eger hikûmeta Bexdayê li ser binpêkirina destûrê berdewam be hîngê kurd dê vegerin bo wergirtina raya gelê Kurdisanê:- Referendûm amrazeke ji amrazên gihiştina serxwebûnê, bi heman awayî diyalog jî wesîleyeke ji bo gihiştina serxwebûnê. Lê belê ew alternatîvên heta niha hatine pêşkeş kirin garantiya diyaloga bi armanca serxwebûnê û berheviya Bexdayê ku dest bi dayaloga li ser pirsa serxwebûnê bike tê de nebûye. Ji ber vê yekê daxwaza paşxistina referendûmê û li şûna wê destpêkirina diyalogê digel Bexdayê bêy ku bê zanîn ew diyalog ji bê çiye û çi garantiyek navdewletî dibe, referendûm nayê paşxistin.- Eger hikûmeta Îraqê amade be deriyê diyalogê ji bo pirsa serxwebûnê, di demek diyarkirî de, û bi garantiya navdewletî be veke, wê demê serokatiya siyasiya Kurdistanê dicive û biryara xwe ya dawiyê dide.

Back to top button