
Wezîrê Dreve û Wezira Berevaniya Fransa serdaha hewlêr kirin û ji aliyê serokê Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin. Di vê derbarê de serokatiya herêmê daxûyaniyek malpera xwe ya fermî de belav kir.Roja şemî 26.08.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derve û Florence Parly Wezîra Berevaniya Fransa û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de ku Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên siyasî û îdarî û serbaziyên Herêma Kurdistanê amade bûn, Wezîrê Derveyê Fransa ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya serdana Kurdistanê tekez li ser peywendiya dostaneya di navbera her dû gelên Fransa û Kurdistanê kir û ragihand ku tenê bi guherîna Serok û Hikûmetên Fransa jî wê peywendiyê de her berdewame û dostaneye. Her wiha Wezîra Berevaniya Fransa jî pêzanînên xwe ji bo rola qehremananeya Pêşmerge hebû li şerê terorîstan û ji bilî balkişandina bi gefa berdewamiya terorê li asta cîhanê da wê yekê xisterû ku aramiya navçeyê ji bo welatê wan gelek girînge û tekez jî li ser berdewamiya pabendbûna Fransa kir li piştevanîkirina Pêşmerge û mayîna hêzên Fransiyan.



