Wezîrê berevanî ya Amerikayê James Mattis, ji bo hevdîtinan ligel berpirsên herêma Kurdistanê û Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî gihişt paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê.Li belafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê Mattis ji alî cîgirê Serokwezîrê herêma Kurdistanê Qubad Talabanî, Serokê Dîwana Serokatiya herêma Kurdistanl Fuad Husên û berpirsên din ên herêma Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin. Ligel Mattis, nûnerê Amerika di Hevpeymaniya Navdewletî Brett mcGurk û çendîn berpirsên din ên Amerîkî hene.Civîna serokê Kurdistanê û wezîrê berevaniya Amerika û heyeta pêre destpêkir.Di civînê de Nûnerê Serokê Amerîkayê di hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk , Fermandeyê Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, Balyozê Amerîka li Iraqê û Konsilê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê amade bûn.Herwiha her yek ji Fûad Hisên, Şêx Cafer, Serbest Lezgîn, Roj Nûrî Şawês, Kerîm Şingalî, Felah Mistefa û Quba Talebanî jî di wê civînê de amade bûne.
Pêş
05/07/2025
Komên girêdayî Heşdî Şebî êrişan pêk tînin
04/07/2025
Zelenskyy: Min û Trump pêwendiyeke gelekî girîng û berhemdar pêk anî
Balkêş e ?
Close