Polîtîk

Berhem Saleh dijê referandumê ye?

Berhem Salih, helwêsta xwe ya siyasî aşkere dike û ihtimal heye ku ji dev YNKê berde. Gelek nirxandin hene ku, Berhem Saleh pişgiriya gurubên dijê referandumê dike. Wek tê zanîn li Silêmaniyê hinek alî li dijê referandumê kar dikin û herweha di referandumê de ji bo bêjin NA xebatê dikin.

Berhem Salih Cigirê Duyem ê Celal Talabaniye û piştî Kosret Resul kesayetê xwedî pirsiyare. Berhem Saleh cigiriya serokwezirê Iraqê û herweha demekî serokwezîrya Kurdistanê kiriye. Saleh biryar dayeku bê deng nemine û demek nêzik helwesta xwe eşkere bike. Çavkaniyek ku nêzikî Barhem Salihe dibêje ku, Berhem Salih bi awayekî neraste rast piştgiriyê li hewlên dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê dike.Endamê YNKê Silêman Ebdullah Ûnis ku nêzîkî Berhem Salih e, ji Basnewsê ragihand,prorjeyeke nû ya Berhem Salih derbarê dahatûya siyasî û aboriya Kurdistanê heye.Heriha daxuyand ku baweriya Berhem Salih bi ciyabûna ji YNK’ê nîne. Dibe ku ew proje bo YNK’ê be dibe ku ji bo YNK’ê jî nebe, dibe ku di warê xizmetguzarîyê de be.Endamê YNK’ê Dana Seyîd Sofî,ji heftenameya Basê re ragihand heq wa heq waye Berhem Salih hêlwesta xwe aşkere bike.  Eger li serkirdeyatiya YNK’ê dibe divê weke serkirdeyên din beşdariyê di civînan de bike. Eger têbiniyên wî jî hene di civînan de dikare wan ragihîne. Ew dûrbûna wî helwêsta wî nediyar dike. 

Back to top button