DosyaNivîsar

Di ber çi de? Di ber kijan armancan de?

Şerefxan Cizîrî bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Ye ku zerare ji vi şeri dibine gele Kurd bi xwe ye. Ji ber ku koçber dibe, mala vi weran dibe.Pirs:Li Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya ”çareseriyê” têkçû, şerek dijwar dest pê kir.Gelo berjewendî û zerera tevgera kurd û gelê kurd li Kurdistana Bakur di vî şerî de çîye?Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?Di baweriya we de cardin pêvajoyek bi navê çareseriyê dikare dest pê bike? Eger dest pê bike  dê çewa be? Bersiva Şerfxan Cizîrî:


Kurt  û Kurmanci; tu berjewendiya gele Kurd di vi şeri de tuneye. Yê ku zerarê ji vi şeri dibine gele Kurd bi xwe ye. Ji ber ku koçber dibe, mala vî weran dibe, zarokên wana bê perwerde dimînin, xorte û qizan wana qurbani dibin.Kurd û Kurdistan li kudere ye? Ma hema kuştina mirovan, tund û tîjî, deruniya mirovan, ji kultura xwe bidurketin, çawa dikare bibe alikarê doza milete Kurd? Di vi şeri de dewleta dagirker careke din bi darê zore serweriya xwe li Kurdistan derxist pêş. Gef û forten bi derewan ji li derahanê mane. Li hemu deveren welêt sembolên dagirkeriyê eşkere têne bilindkirin.Dewleta dagirker ji aliyê teknolojiya leşkeri de xwe hina tekuztir kiriye, çeken xwe bi xwe hildibirine, milete xwe dixe bin pela hesten şoven u militarist. Heta di gelek waran de nejatperesti peş de diçe u baldari di pirsa kurdan de kemtir dibe. Di ber çi de? Di ber kijan armancan de?Ka kurdan di vi şeri de kijan destkefti peş de birin?bele, Rawestandina şer ji nuha u pede ne hesaniye. Xuyaye ku aliyek di vi şeri de we bişke. Mantike şer ew e. Le ku raya gişti, heta Serokatiya Başure Kurdistan bikari be, dewlete u Pkk razi bike ku ew şer, di esil u fesla xwe de ne di berjewendiya tu kes u aliyan de ye. We gave rewş te guhertin. Ew şer dive raweste, ji ber ku ji xerabiye u peve tu feda wena li xebata siyasi neba. Dive hişmendiyeke aştixwaz peş bikeve u pirsa kurdan li Rojhilata Navin li ser bingehen xebata sivil u siyasi peş de biçe.Nave we çi dibe bila bibe, le dive pevajoyeke nu destpe bike. Ne weke projeya çareseriya ya ber e. Di ve pevajoye de dive hemu rexistinen Kurdan, aqilmend u rewşenbir hebin u bereyeki Kurdi ava bikin. Bereya Kurdi di wari idari de, siyasi de, perwerdehi de, ziman u kultur de, di ware abori de dive geleki zelal u berbiçav bin. Şenberbun di guftogoyan de we bi keri doza kurdan were. Razberbun ji weke aşe ku vala bigere, zede deng derdixe le tu berhema ji nade doza Kurdan.Ji bona çareseri u guftogoyan dive Kurd di nava xwe de re li ber miroven peşkeş, xwedi tecrube, zana  u jir vekin. Heger ev doz doza neteweyeki be, li vir maqamen siyasi u ezeziti dive zede cih negirin. Miroven afiriner, çi siyasi bin, çi rewşenbir bin dive bibin temsilkare doza Kurdan. Doza Kurdan rewa ye, bila jir u jehati derkevin peş u nekirker ji xwe bidin ali. Şerefxan Cizîrî 

Back to top button