Polîtîk
PYD wek beşek ji rejimê tê zanîn
Endamekî Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê dibêje, biryara avakirina navçeyên aram li Sûriyê tenê ji bo wan navçeyên ku şer li wan heye û navçeyên bin destê PYDê lixwe nagrin, ji ber ku civaka navdewletî PYD wek beşek ji rêjîma Esed dibîne.Newaf Reşîd ji malpera KDP.info re ragihand: “Avakirina navçeyên aram ji aliyê civaka navdewletî ve, bo rawestandina şer e di navbera opozisyon û rêjîma Sûriyê de, ku ev jî pêngavek e ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û tenê wan navçeyan li xwe digre ku şer li wan heye.”Reşîd wiha got: “PYD hest bi şermezariyeke mezin dike ji ber ku ev biryar navçeyên bin destê wan jî lixwe nagre, ew jî ji ber ku civaka navdewletî PYD wek beşek ji rêjîma Sûriyê dibînin û ev yek ji hemû cîhanê re eşkere bûye.”