Polîtîk

Mercên çareseriyê hat kifşkirin

Erdogan: Wek ETA bikin emê gava bavêjin…Receb Tayib Erdogan serokkomarê Tirkiye, di bernameyek ya televizyonê de  bersiva pirsên rojnemevana dida. Erdogan di bersivên xwe de behsa du tiştên girîng kir.Yek ji wan di derbarê rewşa awarte de bû. Erdogan da xûyakirin ku, heta pêwistî hebê wê rewşa awarte berdema be.Ji aliyek din Erdogan behsa pêvajoyek nû ya çareseriyê kir û bangî PKKê kir. Erdogan di banga xwe de got: ETA çewe çekên xwe binax kirin, hunê jî bikin. Cihê ku çek bêne binaxkirin li gel hemû agahdariya hunê bidin me. Dê hinge gavên pêwist bene avêtin. Veca pêvajo eve, bila ETA bibe minak .ETA rêxistineke ku li Ispanya doza mafê gelê Bask dike. Îsal bi biryarek yekalî biryar dan ku ji dest çekan berdin û bi rêya diyalogê û metodên demokratik doza xwe bi rêve bibin.

Back to top button