Polîtîk
Bîryara Gîrîng û Dîrokiyê Li Gelê Kerkuk Pîroz Be
Encumena Parezgeha Kerkuk îro bîryar daye, ku Alayê Kurdistan (Ala Rengîn) li ser
dezgeyên fermî yên vê bajarê, li tenişt alayê Îraqê were bilind kirin.
Encumena Parezgeha Kerkukê her usa biryar daye, ku roja 28’ê Adarê bi fermî bibe
“Roja Nîştîmanê”.
Herdu bîryara Encumena Parezgeha Kerkukê bîryarên dîrokî ne.
Partiya Soyalîst a Kurdistan-PSK, pîştgiriya biryara hanê dike.
Bilind kirina Alayê Rengîn li Kerkukê li gelê Kerkuk, li gelê Kurd pîroz be.
PSK daxwaz dike, ku bilind kirina Alayê Rengîn, bibe gavek ji bona cî be cî kirina Xala
140 ya Desturê Îraqê û vegerandina Kerkuk bo nava sinora Herêma Kurdistanê.
PSK daxwaz dike, ku biryara bilind kirina Alayê Kurdistan li Kerkukê, ku berhema xebata
Lîsteyê Birayêtî yê hevbeşa welatparêzên Kurd e, bibe bingehek lihevhatin û hevkarî û
yekitiya giştî yên hêzên welatparêzên Kurdistana Başurê ji bona parastin û geş kirina
destkevtiyên netewî, di vê parçeyê welatê me da.
28 Adar 2017
Partiya Sosyalîst a Kurdistan