Dosya

Çend belgenameyên veşartiyên PKK li Şingalê eşkere bûn

Serokê Encumena Şingalê eşkere dike ku çend belgename ketine destê wan û awayê têkeliyên PKKê bi Bexda û Îranê re deiyar dikin û dibêje ku ew belgenameyên veşartî diyar dikin ku PKK û grûpên ser bi wê eve bi her awayî lêdixebitin Şingalê ji başûrê Kurdistanê veqetînin û bixin bin destê BexdayêLi gor wan belgenameyên malpera kdp.inf weşandine:- Roja 21.10.2014ê berpirsê têkeliyên KCKê Cuma Hesen Usman ku bi Delîl Amed tê naskirin, li gel berpirsên Bexdayê civiyaye û Bexda li ser wê yekê razî bûye PKK destê xwe deyne ser Şingal û Telefirê û sîstemekeli gor xwe li wê bi cî bike.- Roja 26.10.2014ê heyeteke Îraqê bi bi awayekî veşartî çûye Silêmaniyê û li wir digel berpirsên PKKê civiyae li ser rewşa Şingalê gotûbêj kirine.- Roja 11.12.2014ê heyeteke hevbeş ji mixabirata Îraq û Îranê li avahiya mixabirta Îraqê civiyane û desthilatdaye ji PKKê re dane ku li Şingalê xwe bi cî bike.Serokê Civata Şingalê Weysî Nayf dibêje ku li gor wan belgenameye PKK dixwaze îdareyeke nû li devera Xanesûr û Şingalê feriz bike û wê deverê ji başûrê Kurdistanê veqetîne.

Back to top button