CivakPolîtîk

PDK-Bakur ?

 Îro li Diyarbekirê li ser navê PDK-Bakur kongreyek tê li darxistin. Ji berî demekî daxûyaniyek bi nave komisyona pêkanina kongreya 12ê ya PDK-Bakur hatibû ragihandin . Herî dawî heman komisyonê da xûyakirin du di 25ê Adarê li Diyarbekir kongreya xwe li dartêxin. Li gora agahdariyên gihane destê me kongre îro li Diyarbekirê dicive.Lê ji aliyek din bi nave PDK Bakur daxûyaniyek hate ragihandin ku tu pêwendiya vî kongreyê ku li Diyarbekir civiyaye PDK Bakur ve tuneye û vî kongreyî wek kongreyek korsan nav dike.Wek tê zanin PDK-Bakur ne rêxistinek eşkereye û ne yasayiye li Tirkiye û Kurdistana Bakur. Lê ev cureyê gotubêja li derbarê vê partiyê de dibin balkêşe.PDK Bakur di daxuyaniya xwe de dibêje: Serokê partiyê û endamê Meclîsa Partiyê û hemû dezgehên me li ser erka xwe ne. Di rojeva me de kongre tine ye lê, avakirina partiyeke legal û hevkar heye.Partiya Demokrat a Kurdistan a legal ku projeya yekitiyê ye dê were avakirin. Em û hevkarên xwe bi biryar in. Hemû hêzên siyasî ên Kurdistanî piştgiriya vê projeyê dikin û silav dikin.Xebat û tekoşîna ku ji bo ev grûba ji riya xelet û bêxêr were vegerandin hate kirin bêencam ma.Em îlan dikin ku tu pêwendiya PDK-Bakur’ê bi organîzatorê civîn û kongreya korsan a ku dê li Mîtanî Otêl’a Amedê were kirin tine ye.Ji aliyek din tê zanin ku grubek din jî bi nave PDK-Bakur kar dike.Di rojên pêşiya me de wek Rojevakurd , emê hewlbidin ku rastiya vê pirsê ji bo raya giştî zelal bikin. Ev dê encama pêwendiya berpirsên van gruban re pêkwerê.  

Back to top button