Sekreterê Giştî yê rêxistina NY bersîva Serok Barzanî dide
Sekreterê Giştî yê rêxistina NY bersîva Serok Barzanî dideLi bersîva nameya pîrozbahiya Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê ya ji bo Sekreterê nû yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) ya ji bo destbikarbûna wî ya wekî Sekreterê nû yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî, birêz António Guterres Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî li nameyê da spasî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kiriye û her wiha rêz û pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê terorîstên Da’îş û operasyona azadkirina Musilê ragihandiye.Her wiha eve jî li nameya xwe da ji bo Serok Barzanî xistiye rû ku hemû aliyek li rûbirûbûnekî dijwar û dîrokî ya gefan û teror û hizra tundrewiyê dane û bi niyete welatan ji hevdû dûr bike. Eve jî ragihandiye ku ew bi xwe û rêxistina Neteweyên Yekgirtî hez dikin li gel Serok Barzanî kar bikin ji bo mîsogerkirina aştî li Herêma Kurdistan û Iraq û navçe û cîhanê da. Her li vê nameyê da Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî dabînkirina aştî li Rojhilata Navîn bi erkekî dîrokî daye zanîn û ji bo vê mebestê jî dixwaze li gel Serok Barzan bi nêzîk û hevkar û hemaheng bê.