Cîhan
Trump dixwaze li Suriye herêma tampon pêkbîne
Serokê Amerika Trump li Suriye dixwaze herêma Tampon pêkbîne.Di demekî de Tirkiye behsa herêmêk tempon li Suriye kir û gelek rewşenbir ! û siyasetmedarên kurd li dijê vê yekê derketin.Di rastiya xwe de pê ku zerer û feyda vê li kurdên Suriye berçav bê girtin, ev yek hate nirxandin.Di dawiyê de Tirkiye bi ketina xwe ya Suriye de li gora xwe herêmêk tampon pêkanî. Niha jî serokê Amerika li Suriye û Yemenê dixwaze herêmên tampon pêkbîne. Serokê Amerîka bi pêwendiyek telefonî li gel şahê Erebistana Siudî Selman bin Evdilezîz ev yek xeberdaye û Şahê Siudîyê jî erênî nêzikî vê pêşniyara Trump bûye.Dixweyê dawiyê de li Suriye ev herêm tê avakirin lê hêja hurgilîyên vê projê ne kifşe.