Amarika li Iraq û Suriye çalaktir dibe
Bi hatina Turmp siyaseta Amerika ya herêma Rojhilata Navîn û cîhanê jî tê guhertin. Taybetî Amerika dixwaze di pratikê de li herêma Rojhilata Navîn çalaktirbe.Bê guman Amerika çi bike , dê di encam de siyaseta wan li himber Îranê bibe bingehê siyaseta Rojhilata Navîn.Trupm dide xuyakirin ku ew ji Iraqê bi temami derkevin jî, ji dev petrola vî welatî bernadin.Di pirsa Suriye de jî dixweyî bernemeyek nû ji aliyê Pentagonve tê amade kirin. Piştî wezîrê Bergirya Amerika îro li Pentagon sund bixwe û dest karê xwe bike siyaset û projeyên Amerika jî li herêmê zelaltir dibe.Tê gotin ku Amerika bi awayek çalak hewlbide ku midexeleyê Rakayê bike û hêdî li şerê dijê DAÎŞê de çalaktirbe. Ji bo vê jî dewsa leşkerên pispor, leşkerên din jî rêbikin Suriye.