Polîtîk
Miranî:Guhertina navê Rojavayê Kurdistanê bo bakurê Sûriyê, karê Beis e
Pispor di karûbarê Rojavayê Kurdistanê de Dr. Elî Mîranî dibêje, guhertina navê Rojavayê Kurdistanê bo bakurê Sûriyê edebyat û karê Partiya Beis e û ew yek ziyaneke mezin dighîne xebata gelê Kurd. Herwiha dibêje, 8 hezar ciwanên Rojavayê Kurdistanê heta niha şehîd ketine, lê PKKê ku deselat e li wir ti sûd û mifayek ji vê derfeta dîrokî wernegirtiye.
Dr. Elî Mîranî ji malpera KDP.info re ragihand: “Guhertina navê Rojavayê Kurdistanê bo bakurê Sûriyê ji aliyê PKKê ve li cem xelkê Rojavayê Kurdistanê tiştekî pir xerab bû. Di meha Tebaxê de serkirdeyê PKKê Reza Alton ragihandibû ku hebûna navê Rojavayê Kurdistanê tiştekî zêde ye û Kurdên Sûriyê wî navî naxwazin lewma jî pêwîst e bê guhertin bo bakurê Sûriyê. Tişta ku beriya çend rojan ji aliyê PYDê ve li Rojavayê Kurdistanê çêbû, heman gotina wî serkirdeyê PKKê bû. Em baş dizanin PYD kî ye û PKK jî fermanan ji hinek aliyên din werdigire.”
Mîranî wiha got: “Partiya Beis a Iraqê ji Başûrê Kurdistanê re digot bakurê Iraqê, helbet ew yek tenê edebiyata partiya Beis û şofonîstên Ereb e. Brîtanya beriya 100 salî ji wî perçeyê Kurdistanê re gotiye Rojavayê Kurdistanê, lê piştî 100 salî PKKê navê wê diguhere bo bakurê Sûriyê. 8 hezar ciwanên Rojavayê Kurdistanê heta niha şehîd ketine, lê PKKê ku deselat e li wir ti sûd û mifayek ji vê derfeta dîrokî wernegirtiye. Mixabin Rojavayê Kurdistanê nikarî sûdê ji siyaset û ezmûna Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê werbigire.”