Armanca Me Serxwebûne
Al-Monitor li gel serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevpeyvînek pêkanî. Serokwezîr di vê hevpeyvîna berfireh de behsa hemû rojeva Kurdistanê kir û bersiva her pirsekî bi zelalî da. Piştî vê hevpeyvînê wek avek şêlo zelal bibe. HEVPEVÎN:
Al-Monitor: Operasyona Mûsilê çawa ber bi pêş diçe?Barzanî: Hevkariya navbera hêzên pêşmerge û arteşa Îraqê di asteke baş de ye. Di nava 25 salên borî de, ev yekem care rê ji arteşa Îraqê re bê dan bête ser axa Kurdistanê. Di warê pirsên peywendîdar bi îstîxabarat û leşkerî jî de hevkariyeke berfireh heye. Berî operasyona Mûsilê dest pê bike rêkeftineke sêalî di navbera Amerîka, hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îraqê de hat kirin. Ev rêkeftin behsa dabeşkirina wezîfeyan dike. Hindek dever hatin destnîşan kirin ku pêşmerge wan azad û kontrol bike, deverên din jî ji bo arteşa Îraqê bûn ku diviyabû azad û kontirol bike. Pêşmerge wezîfeya ser milên xwe timam kir û niha em wan deveran diparêzin. Di vê kêlîkê de em piştevaniya arteşa Îraqê dikin, zaniyariyên îstîxbaratî pêşkeşî wan dikin û operasyonên hevbeş bi armancgirtina çekdarên DAÎŞê birve dikin.Al-Monitor: Hindek rapor behsa wê yekê dikin ku operasyon sist bûye, sedema vê yekê çiye?Barzanî: Raset, wisa dixuyê ku operasyon bi sistî birêve diçe. Vê yekê jî du hokar hene; hemû alî hewil didin ku taxên bajêr wêran nebin, ango di dema operasyonê de ziyan negehe hevwelatiyên sivîl. Hokarê duyem jî, DAÎŞ bergiriyeke dijwar dike. Weke hûn jî dizanin çemê Dicle Mûsilê kirye du beş. Bi baweriya min operasyona beşê rojhilatê Mûsilê dê gelekl ji rojava hêsantir be. Operasyona azadkirina beşê rojava dê gelek zehmetir be.Al-Monitor: Çi wisa dike ku zehmet be?Barzanî: Topografiya bajêr wisa dike ku operasyon zehmet be. Kolanên bajarê kevin gelek tengin. Zehmete daxwaza êrîşên asîmanî bikin. Ev şer ji bo DAÎŞ meseleya man û nemanê ye, ji ber hindê bi dijwarî bergiriyê dik. Arteşa Îraqê jî ew şarezayî nîne li cîyek şarnişîn operasyon bike.Al-Monitor: Di hevpeyvîna dawiyê de hûn gelek ji rola Heşda Şaibî dilgiran bûn. Gelo heta niha jî hûn dilgiranin ku ew bikaribin operasyona Mûsilê aloz bikin yan jî bixetimînin?Barzanî: Ew beşdariya heta niha Heşda Saibî di operasyona Mûsilê de hebû em bilind dinirxînin, heta niha ew ji wê çarçoveya ji wan re hatiye diyar kirin derneketine, lê şertê ku beşdsriyê di operasyonê de bikin, ango beşdarîkirin di azadkirina Telefirê de, hizreke baş nebû. Heta niha wan xwe ji hatina nav Mûsil li başûr û başûrê rojava dûr kirye û fokosa wan li ser wan devaran e yên Bexdayê jê re diyar kirine.Al-Monitor: Gelo daxuyaniyên hişk yên Tirkiyeyê di vî warî de rol lîst ku rê ji wê yekê bigirin?Barzanî: Dilgiraniya Tirkiyeyê ew bû ku milîsên Şîye neçin nav Telefirê, ev jî ji bo wê yekê bû rê li pêşiya serhildana şidetê di nevabra tirkmenên şîye û sune de bigirin. Bi dilxweşî ve ev yek neqewimî. Bi baweriya min em, ango hikûmeta Herêma Kurdistanê, Enqere û Bexda ew sêalî bûn ku nehişt ew senariyoya bixûn biqewime.Al-Monitor: Di demekê de ku operasyona Mûsilê birêve diçe, dikare gelek şer û pevçûnên din jî serî hildin. Te di gortara xwe ya li Zanîngeha Amerîkayî li Duhokê (AUK) îşaret bi wê yekê kir ku, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şingalê sedema serhildana pirsgirêkan e. We behsa wê yekê jî kir ku divê PKK ji Şingalê derkeve?Barzanî: Tiştek zelal û eşkere ye ku dema ew bûyera karesatbar bi ser êzidiyên Şingalê de hat, hêzên rojav, PYD, di warê alîkarîkirina xelkî û vegihastina wan bo deverên parastî roleke gelek baş lîst. Me qedir û hurmet bi rola wan heye û sipasiya wê pêngava wan dikin. Di vê rewşa niha de, hebûna PKKê li Şingalê aramiya deverê têkdide. Hebûna PKKê li wir li pêşiya vegeriyana xelkê deverê bo ser mal û milkê xwe rêgire. xelk dudile ku vegere, çunkê ji wê yekê ditirsin şer û pevçûnên nû çê bibin, ew dilgiranin ka çi paşerojeke şêlû çaverê wan dike, ango ne em in (weke hindek alî me tometbar dikin) ku rê nadin xelk bo ser mal û warê xwe vegere, em jî weke wî xelkî dilgiranin, ji ber hindê em bi baweriyeke timam dibêjin divê PKK ji Şingalê derkeve.Al-Monitor: Em agadar in ku Amerîka lêdixebite milîsên êzidî li Şingalê; Yekîneyên Bergiriya Şingalê (YBŞ) ku ser bi PKKê ve ye organäze bike, û di heman demê de digel we hevfikire ku divê PKK ji wê deverê derkeve. Gelo di vê çarçoveyê de çi pêşkeftin hene?Barzanî: Em digel Amerîka û Bexdayê lêdixebitin vê pirsê çareser bikin. Gotûbêj ku heta niha berdewamin, tu pêşkeftinên ber bi çav çênebûne, bi tu pêngavên piraktîkî negihiştine ku PKK neçar bikin hêzên xwe vekişîne. Pirsgirêka sereke di mentalîte û awayê reftarên PKKê de ye. Xelkê êzidiyên deverê naxwazin PKK li wê deverê bimîne, xelk aramiyê dixwaz in .Al-Monitor: Lê ew yek jî raste ku êzidiyan bawerî nemaye û hest dikin pêşmerge xiyanet lê kiriye. Ew dixwazin, heta ji wan bê, li gor îmkanên hene ew bixwe ji parastina aramiya xwe berpirsiyar bin, yek ji milîsên sereke yên êzidî, Hêza Parastina Êzidîxanê ye ku Heyder Şeşo serokatiya wê hêzê dike, ew dixwazin bikevin di çarçoveya wezareta pêşmerge de, bi şertê ku piçke serxwebûna xwe hebe û sembol û alaya xwe hebe, gelo hûn bi vê pêşniyarê re hevfikirin?Barzanî: Belê bi timamî em di gel wan hevfikirin, me tu pirsgirêk nîne. Me ji wan re gotiye û ew vê yekê dizanin. Me ji hemû gropên din jî re gotiye ku ew jî dikarin eynî tişt bikin. Halê hazir, ji bona ku ew werin jêr konê qanûna wezareta karûbarên pêşmerge, em digel hemû gropên çekdariyên wê deverê di nava gotûbêjan de ne ku, piçek serxwebûna xwe hebe, lê di heman demê de divê ew fermanan ji wezareta pêşmerge werbigirin û hevahengiyê pê re bikin. Armanc divê ew be ku, li gor pêwîst be, hêza lokalîya êzidî hebe ji bona ewlehiya xelkê xwe dabîn bikin û deverên xwe biparêzin. Pirsgirêka me li Şingalê (di dema êrîşa DAÎŞê bo ser vî bajarî) ew bû ku xala herî nêzîk ya jêr desthilata hikûmeta herêma Kurdistanê û Şingalê nêzîkî 80 kîlometroyan bû, xelkê ereb li wan deveran dijiya û hindek ji hozên ereban yên wê deverê piştevaniya DAÎŞ kir û vê yekê gelek tişt aloz kirin.Al-Monitor: Lê hindek ekterên din jî di vê pirsê de rol dilîzin, weke mînak; Bexda. Tê gotin ku Bexda piştevaniya PKK û YBŞê dike, û Bexda van her du hêzan weke karta fişarê li dijî Tirkiyeyê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bikartîne, lê behsa wê yekê jî tê kirin ku, piştî gûvaştinên Amerîayê, Bexdayê miaşê YBŞê qutkiriye?Barzanî: Danûstanidnên me û Bexdayê berdewam in, heta niha tu pêngavên piraktîkî nehatine avêtin ku PKK ji wan deveran hêzên xwe vekişîne. Ez nikarim wê yekê piştrast bikim ku Bexdayê mişaê YBŞê qut kiriye, her çiqas ji mer egotiye ku wan ev kar kiriye. Eger pirsgirêk bigehe çîyek metirsîdar, Enqere, Bexda û ekterên din bikevin nava vê pirsê, hîngê me jî, weke hikûmeta Herêma Kurdistanê, ekter û karteya xwe hene. Bi dîtina min ev jî di berjewendiya tu aliyek de nîne ku em bigehin wê xalê.Al-Monitor: Gelo tu dixwazî bêjî ji bona derxistina PKKê ji Şingalê dê dest ji bo hêza leşkerî bin?Barzanî: BelêAl-Monitor: Wisa diyare pirsa serxwebûnê bi awayekî ber bi çavan di ajendeya hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, nexşerêya serxwebûnê çi ye?Barzanî: Dema behsa pirsa serxwebûnê tê kirin, armanca me dîtina çareseriyekê ji bo pirsgirêkek hilawîstî ye, ne ji bo çêkirina neîstîqrarê ye. Bervajî, bi baweriya me serxwebûna Kurdistanê dê di îstîqrara deverê de rol bilîze û ber bi pêş bibe. Êdî em nikarin bi wê modela kevin di gel Bexdayê berdewam bin, pirsa kurd li Îraqê pirsek kevine. Kurdên Îraqê digel beşên din yên erebên Îraqê têkel nebûne.Ez yekem kes bûm digel Bexdayê bi awayekî fermî pirsa serxwebûnê anî rojevê. Ev pirs, min digel serokwezîr Heyder Ebadî û Hevpeymaniya Şîye li Îraqê anî rojevê. Ez, diyaloga gelek cidî bi Bexdayê re, bi nexşerêyek dizanim. Ev giringtirîn pêngav e. Ji bona ku ev pirs baştir zelal bibe, eger bê şêwirîn û bê diyalog digel Bexdayê em serxwebûnê îlan bikin, ew serxwebûna me di ware piraktîkê de nemomkine.Al-Monitor: Gelo to dixwazî bêjî razîbûna Îraqê li ser swerxwebûna Kurdistanê tiştek zerorî ye?Barzanî: Binêre, ya ji bo me giring eve, ji bona serxwebûna Kurdistanê yekem diyaloga fermî digel Bexdayê dibe, divê civînên fermî digel Bexdayê bebin û êdî em vê tapoyî bişkînin û behis bikin.Al-Monitor: Gelo ji bo wê yekê Bexda berheve?Barzanî: Belê berhev e. Min ji Ebadî re got, ji Hevpeymnaiya Şîye re got: Daxwaza me ya dawiyê serxwebûne û divê hûn jî gelek bi cidî digel vê pirsê tevbigerin. Her du alî şok bûn, lê hurmet jî ji bo wê yekê hebû ku min bi vekirî ji wan re behsa vê pirsê kir. Wan got ku ev yekem care bi awayekî fermî pirsa serwebûnê tê gotûbêj kirin. Min jê re got berê ev pirs bi rêya mediyayê dihat neqil kirin ku armanca me serxwebûne, lê niha ez bi fermî ji we re dibêjim ku, armanca me serxwebûne û divê ji bona gotûbêjkirina vê pirsê komîteyek bê pêkanîn.Al-Monitor: Ev kengî bû?Barzanî: Di dawiya meha tebaxê de bû, ango berî destpêkirina operasyona Mûsilê bû. Piştî seredana min, serok Mesûd Barzanî jî seredana Bexdayê kir. Giringtirîn pêngav eve ku,li ser vê pirsê, diyalog digel Bexdayê dest pê bike.Al-Monitor: Gelo hemû rêkeftinên we digel Bexdayê bi terajîdiya bi dawî nehaitne? Gelo ev nerastiyeke ku Ebadî pêwîstî bi kurdan heye daku xwe ji dijberên navxweyî (Şîyan) biparêze? Dibe ku ev zêdetir bi awayekê demkurt di berjewendiya Ebadî de be. Gelo tu dixwazî bêjî ku vê carê komek daynamîkên nû hene ku wisa dikin zêdetir baweriyê li cem te çê dikin?Barzanî: Bêguman, daynamîkên vê carê cudane, lê ya ku bi rastî giring e aramî ye, vêca eger wan (Bexdayê) bi rastê aramî divê, serxwebûna Kurdistanê rêya êkaneye. Min ji wa re got: cenabê serokwezîr li dîrokê binêre, li sala 1970ê Sedam Hisên rêkeftinek digel bapîrê min, Mela Mistefa Barzanî, îmza kir, li sala 1974ê dema Sedam Hisên hest pê kir bihêz ketiye, ji rêkeftinê poşman bû, pişt re neçar bû nîva Şetulereb bi Îranê bide daku Îranê razî bike dest ji piştevanîkirin kurdan berde, dema Sedam Hisên xwest Şetulereb vegerîne ratî şerekî heşt salî bû û di encam de hikûmet wî pûç bû, êrîşî ser Kwêt kir, û ya din jî tu baş dizanî. Eger Îraqê pirsgirêkên xwe bi kurdan re çareserbikrane, ev bûyer hemû nediqewimîn, ji bilî vê yekî jî, kurdên Îraqê gelek ji kurdên Îran û Tirkiyeyê cudan e, kurdên Îraqê gelek ji ereban dûrketine. Tu demkê esîmîle nebûne. Ji aliyê cografiyayê jî ve yekgirtî û bi hev re ne. Eger hûn ji wê yekê ditirsin Kurdistana serbixwe bibe xala rakêşana kurdên parçeyên din, li kurdên Tirkiyeyê binêrin, dema kurdên Kurdistana Tirkiyeyê başûr û başûrê rojhilata Tirkiyeyê bi cî dihêlin, ji bo Stenbol, Îzmîr û Marsînê diçin, nago nahên li Herêma Kurdistanê bi cî bibin. Vêca ew dîtineke şaşe ku dibêje ji bona çareseriya pirsa kurd li Îran û Tirkiyeyê tecrûbeya kurdên Îraqê kopî bikin.Al-Monitor: Da em vegerin ser rewşa Îraqê, weke eşkereye ew neamadene bi we re şer bikin û we jî ev yek gotiye?Barzanî: Wan ew amadeyî nîne, niha nîne. Lê eger wan amadeyî hebe jî, ev yek tu pirsan çareser nake.Al-Monitor: Gelo, bi dîtina we, ew hevkariya li ser Mûsilê di navbera we û Bexdayê de çû bû dê nîyetpaqijiyê dirust bike û rê xweş bike, weke Mesrûr Barzanî gotî: ”cudabûneke bixwestek” rû bide?Barzanî: Me li Mûsilê dijminek hevbeş heye. Têkşikandina DAÎŞê karê me yê pêşîne. Ev her du pirs (cenga dijî DAÎŞ û serxwebûna Kurdistanê) du pirsên ji hev cudane.Al-Monitor: Di vê navbeynê de erebên sune li kûne?Barzanî: Civaka sune bi xwe divê biryar bide ka ew çi dixwazin, otonomî herêmî yan her modelek din be. Her dema li cem wan zelal bû ka çi dixwazin, hîngê hemû tişt dikeve warê cîbicîkirinê. Lê pirsgirêka hemû aliyan(aliyên sune) eve ku ew bixwe nizanin ka wan çi divê, ev hestkirina min e.Al-Monitor: Lê ew beşek nabin ji dewleta Kurdistana serxbixwe?Barzanî: NexêrAl-Monitor: Lê hindek ji kurdan jî nizanin çi divê. Hûn, kurd, di navxwe de we nakokîyên biloq û domdirêj hene, yek ji nakokiyan jî peywendî bi serxwebûnê ve heye, bi taybetî di warê dema pirsa serxwebûn. Çawa dê vê nakokiyê çareser bikin?Barzanî: Ez bawernakim tu kes, yan partiyek dijî serxwebûnê raweste. Hevdengiyeke piralî li ser vê pirsê (serxwebûnê) heye. Ev pirs di ser partiyan, siyaset û ev serok- ew serok re ye. Tu welat li cîhanê nînin ku ber bi serxwebûnê gav avêtibin û rûbirûyê pirsgirêkan nebûbe. Em cudahî û nakokiyên xwe çareser bikin. Binêre, du sal berî niha mezintirîn pirsgirêka rastî me hatibû DAÎŞ bû. pirsgirêk ne ewbû kîjan made li parlamentoyê çi dibêje. DAÎŞ 30 kêlometroyan ji Hewlêr dûr bû. Kerê me yê pêşîne hîngê cenga dijî DAÎŞ bû. Niha hêdî-hêdî rewş tê guhertin. Di wê cengê de me 1600 pêşmerge ji dest dan û 9000 mêrxasên me birîndar bûn, lê niha bi hevkariya civaka navdewletî û bi taybetî Amerîkayê me hemû deverên xwe kontirol kirine. Ji ber hindê niha deme behiskirina serxwebûnê ye û me dest pê kiriye jî. Me heyeta xwe şand cem Yekêtî Niştimanî û Goranê. Em nakokiyên xwe çareser dikin, lê divê hemû hizbek daxwaziyên xwe bi zelalî berçav bike.Al-Monitor: Lê Yekêtî û Goran ditirsin ku, ji wê serxwebûnê , Barzanîstan, çê bibe ne Kurdistan.Barzanî: Têgihiştineke şaş e ku wisa hizir bikin Barzaniyan, partî, hemû tişt kontirolkirine, ev têgihiştinek şaş e. Dema Mam Celal li meydanê bû, ev yek tu dema nepirsgirêk bû. Dûrketina Mam Celal ji meydana siyasî, valahiyeke mezin çê kir. Di qonaxekê de me hizir kir ku em dikarin digel Newşêrwan Mistefa li hev bikin ew jî li asta wî karî be û dikar wê valahiya heye tije bike, lê bi rastî em bê hêvî bûn. Ne di nav Yekêtî û ne jî di nav Goran de tu kese weke Mam Celal xwediyê wê karîzmayê û pêgeyê nîne. Ji bilî vê jî, ew hemû milmilana hev dikin, her ji ber vê yek ew me weke aliyek zilhêz dibînin.Al-Monitor: Gelo ji bona serxwebûnê we ji Tirkiyeyê jî pirsî ye?Barzanî: Dibe ku, bi wî awayê ew dixwazin pirs ji wan neyê pirs kirin, lê, di dawiyê de, Tirkiye jî yek ji wan welatene ku divê di pirsa serxwebûnê de diyalog pê re bê kirin.Al-Monitor: Gelo vê yekê dest pê kiriye?Barzanî: Bi awayekî fermî dest pê nekiriyeAl-Monitor: Gelo di pilana we de heye bi awayekî fermî dest pê bikin?Barzanî: BelêAl-Monitor: Gelo ev dikeve rojeva sala 2017ê?Barzanî: Belê, bêguman, em dê vê pirsê bi wan re behis kin.Al-Monitor: Gelo bi a we serokatiya niha ya Tirkiyeyê dê pêşwaziyê li diyaloga di vî awayî de bike?Barzanî: Bi dîtina min tişta hatiye guhertin eve ku berê ev pirs li cem Tirkiyeyê xeta sor bû, lê niha derfet heye ev diyalog dest pê bike, her çi nebe, hema me guhdarî bikin.Al-Monitor: Tirkiye rê ji we re daye, serbixwe ji Bexdayê, nefta xwe bo derve binêrin, gelo ev nîşana guhertinê ye?Barzanî: Bêguman ev destkeftek mezine, ev di ser xeyalên me jî re bû, di ser hemû texmînatên me re bû ku Trkiye rê bi me bide.Al-Monitor: Gelo aşitiya navbera Tirkiye û kurdên wî welatî garntiyek giring nîne ji bo we ku serxwebûna we jî li ser bingehe saxlem bê damezrandin?Barzanî: Rêya êkane ji bo çareserkirina vê pirsê diyaloga aşitiyane di navbera Enqere û kurdan de ye.Al-Monitor: We di destpêkirina danûstandinên aşitiyê li Oslo, di nvabera PKK û Tirkiyeyê de, roleke sereke hebû. Gelo hûn berhevin eynî rol bilîzin?Barzanî: Bêguman hemû dema û bi her awayekî em bikarin em amadene beşdariyê di zîndîkirina pêvejoya aşitiyê de bikin, lê berî hemû tiştan divê PKK stratejiya xwe di ber çavan re derbas bike, divê ew bizanibe ev pirs bi rêya çekan û şidetê çareser nabe. Divê ev bibe biryareke stratejîk, ne manoreke tektîkî be.Al-Monitor: Gelo tu hevfikirî ku divê Tirkiye jî eynî tişt bike?Barzanî: Belê, lê rê bi min bide berdewam bim. Eger PKK biryareke stratejîk bide û ji bona gehiştin bi çareseriyeke aşitiyane dest ji şerê çekdarî berde, hemû tişt hêsantir dibin. Kuştina serbaza û peqandina bomban li Stebolê vê pirsê çareser nake, her du alî zirarê dibînin. Dema par sal PKKê şer bir nav bajaran, kê zêdetir zirar dît. Kurdan zêdetir zirar dît. Dem hatiye PKK şidetê rawestîne û agirbestê îlan bike, lê çênabe agirbestek demkî be. Di pêvajoya aşityê de yê ku serokatiya aliyê kurdî di danûstandina de dike, divê Evdula Ocelan be.Al-Monitor: Pa Îran, gelo pêwîste digel îraniyan jî ji bo pirsa serxwebûnê danûstandinan bikin?Barzanî: Mediya Îranê bi her awayî lêdixebite ku bêje Îran li dijî serxwebûna kurdan e. Bêguma divê em digel Îranê jî gotûbêjan bikin, lê pê diçe berî digel wa bicivin û behis bikin, wan biryara xwe dabe ku ew dijî serxwebûna kurdan e.Al-Monitor: Gropên kurdên Îranê ku baregayên wan li nva Kurdistana Îraqê ne, rê jê re hatiye dan bo deverên ser tixûb vegerin daku gomrikê ji qaçaxçiyan werbigirn û li nava Îranê çalakiyên çekdarî dijî rijêma Îranê encam bidin, gelo ev ne peyameke we ye ji bo Îranê?Barzanî: Nexêr, nexêr. Em bi timamî li dijin ku çalakiyên çekdarî li deverên me, weke piştabereyî, li dijî cîranên me, ji wan jî Îranê, bikarbînin. Me tedbîrên baş wergirtine ku rê li vê yekê bigirin. Bi dîtina min ev yek pirsgirêkê li Îranê çareser nake. Komîteyeke hevbeş di navbera Îran û hikûmeta Herêma Kuridstanê ji bona çareserkirina pirsgêkan heye.Al-Monitor: Gelo ji bo wê yekê rê ji gropên kurdên Îranê re hatiye dan biçin ser tixûban daku çalakiyên PKKê li wan deveran kêm bikin?Barzanî: Wisa diyare hevrikîyek di navbera wan hêzan de hebe. Ew dibînin PJAK çi dike, ditirsin kurdên Îranê wan jibîr bikin. Her ji ber vê yekê hest dikin ku divê di nav Îranê de hebûna wan hebe. Me rêya vegerê ji wan re nedaye, ew bixwe vegeriyene.Al-Monitor: Hûn di kirîzeke êkonomî ya mezin de derbas dibin ku beşek mezin ji Kurdistana Îraqê îflîç kiriye. Gelo rewş ber bi baştirbûnê çûye? We çi kiriye ji bona van pirsan çareser bikin?Barzanî: Berî her tiştî em girigniyê bi şefaftiyeta sektora neftê didin, ji bon vê yekê jî me du kompanî bi kirê giritte; Deloittes û E&Y. Ew dê hemû çalakiyên pîşesaziya enerjiyê bişopînin û niha wan dest bi karê xwe kiriye.Al-Monitor: Ew dê rêkeftina enerjiyê ku we digel Tirkiyeyê kirye jî bişopînin?Barzanî: Em rê jê re nadin ew rêkeftina me digel Tirkiyeyê heye bibînin, lê hemû tiştên din çavdêrî dikin û dişopînin. Şefafiyeteke timam heye.Al-Monitor: Gelo ew dê pereyên ji bo hinardekirina neftê bi rêya Tirkiyeyê bi bankaya hikûmî Halk Bank tê dan bişopînin?Barzanî: Belê bêguman. Me rapora çavdêrî û hûrgiliyan dibe. Di heman demê de wezareta pilandananê a me di nava du salên borî de di çend waran de digel Bankaya Navdewletî kar kiriye, yek ji wan waran jî wergirtina hevakriyê bûye. Pirosesa wergirtina hevkariyan û pêdawîstiyan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo asta standarda navdewletî bilind kiriye. Ewlehiya civakî û parastina lêqewmiyan, warek din yê hevkariyên navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bamkaya navdewletî ye. Yek ji pirojeyên me yên meizn yên çaksaziyê, wezareta darayî ye, ango budce, bac û tiştên din. Ez dikarim we dilrehet bikim ku di nav sala bê de em dê xwediyê wezareteke darayê ku saziyeke aktîv be bin.Me, Cîhad Azor wezîrê darayê yê berê yê Libnanê ku wî bi xwe serokatiya çaksaziyan li Libnanê kiriye û di meha adarê de dibe endam di Sindoqa Navdewletî ya Diravî de anî Kurdistanê. Di nava yek sal û nîv de di hemû waran de alîkariya me kir ku yek ji wan waran rahînan stafê wezaretê bû. Me kesek dixwest ku xelkê vê deverê be û kultura deverê têbigihe.Ji bona çareserkirina arîşeya pêşmergeyên wehmî yan bindîwar, kesên xwedî du miaş yan sê miaş, me sîstema Boimetry danaye daku vê reftara xerap nehêlîn. Vê kirîzê xelkê me lawaz kir û gelek derdesrî bi ser anîn, lê di heman demê de ew derfetek bû ku pirsgirêkên strukturê ku ev kirîz li ser me girantir kir destnîşan bikin. Ez dizanim bawerî bi min li girew daye çunkî weke serokwezîr ez berpirsiyar im. Ez dizanim jî ev tiştek nîne min bike kesekî cemawerî, bi rastî nim li ser vê yekê baceke mezin daye. Lê li paşerojê xelk dê bizanibe ev pirograme ji bo çakiya wan bûye, ji bo berjewendî û çakiya Kurdistanê bûye.Al-Monitor: Gelo Miaşê te jî biriye?Barzanî: Belê, 75%Al-Monitor: Pirsa dawiyê, têkeliyên navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û îdareya nû ya Waşîngtonê li jêr seroaktiya Donald Trump çawa dibînî?Barzanî: Bi dîtina min îdareya bê ya Amerîkayê dê miamileyeke dostane bi kurdan re bike. Serkeftina Trump jî ji bo min tiştek ecêb nebû. Du meh berîya niha min ji hevkarên xwe re got: Bizanin ew serokê bê yê Amerîkayê dibe. Gotinên min jî rast derketin