PDK û YNK civînek hevbeş kirin
Mekteb siyasiya PDK û YNK di serokatiya Barzanî de civiyan. Di vê civînê de behsa rewûa herêma Kurdistanê hate kirin. Di vê kombûnê de li ser pêwendiyên her du partiyan yên stratejîk hate sekinandin, û herweha dexawziya ku ev pêwendî xort tir bibin hate kirin.
Serokê Kurdistanê behsa rewûa herêmê kir û daxwaz kir ku, divê girîngiyek mezin bidin dam û dezgehên destûrî. Her du partiyan jî li ser rewşa herêmê ya niha dîtinên xwe kifşkirin.
Babetek girîn yê vê civînê tehdîta li ser herêma Kurdistanê bû. Di civînê de behsa êrîşên dervê yên li ser herêma Kurdistanê hate kirin. Ji bo bersivdana van êrîşan yek rêziya gel wek bingeh hate dîtin.
Li ser pirsa Kerkûkê û deverên ji derê desthilatdariya Kurdistanê jî hate kirin, ji bo zûtirîn çareseriya van pirsan divê hewldanên baûtir bêne dayîn.