Cîhan

Putin behsa serxwebûna Kurditanê kir

Serokê Rusyayê Vladimir Putin kongreya salane ya rojnemevanî de axivî. Putin behsa rewşa  cihanê kir. Dîtinên Rusya gotin. Herweha di  civînê de serokê Rusya bersiva pirsên rojnemevana da.Di kongreya rojnemevanî de nêzikî 1000 dezgehên ragihandina medya cîhanê amadebûn. Zêdeyî 1000 rojnemevan di kongreyê de bûn. Tora Medya Rudaw jî di vê kongreya salane de amde bû.Di derbarê Iraqê û Kurdistanê de jî pirs ji Putin hate kirin . Li ser pirsekî di derbarê serxwebûna Kurdistanê de Putin got: Pêwendiyên taybet û dilsozî yên Rusya û Kurda hene. Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijê DAÎŞê de gelek bi bandorin û mêraniyek mezin nişan dikin.Herweha berdewambûna axavtina xwe de Putin got: Eger mijar serweriya welatekî be, em ê di çarçoveya hiqûqa navdewletî de tevbigerin. Di encamê de dê mafên gelê kurd bên erêkirin. Lê hemû mijarên taybet jî dê bi biryara Iraqê û gelê kurd bên diyarkirin. Em destwerdana karê navxweyî yê Iraqê nakin.”

Back to top button