Cîhan
Li Qeyseriyê teqin
Îro sibehî demjimêr 08.45 otomobilek bombekirî xwe li tenişta otobusek nava bajêr de teqand. Di encama teqînê de 61 leşker bûn qurbanî.Li gora agahdariya otobusek ya nava bajêr leşkerên ku diçin îzna nava bajêr siwar kir û berê xwe da nawenda bajarê Qeyseriyê.Otomobilek bombekirî ev otobusa ku leşkerên bi îcaze têdebûn dişopand.Dema otobus li cihê sekna zaningeha Erciyesê sekinî, otomobila bombekirî xwe nêzik kir û teqand. Kesê xwekuj otomobila bombekirî de bû.Di encam de 13 leşkerî jiyana xwe ji dest da û 48 kes jî birîndarin. Di nava birîndaran de sivîl jî hene.Herweha hinek bîrîndar jî di xeterê dene. Ev yek jî dikare hêjmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde bike.