Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner diyar kir ku Kurdên Herêma Kurdistanê û Kurdên Rojava bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞê pozisyona xwe ya li cîhanê hîn xurtkirin û li herêmê hevkarên stratejik ên Amerîkayê ne.Li gorî nûçeyeke Kurdistan24ê Toner diyar kir ku Kurdên Herêma Kurdistanê û Kurdên Rojava bandora hêza xwe ya li dijî DAIŞê îspat kirin û got, “Piraniya herêmên di destê DAIŞê de rizgar kirin. Dîsa em komên cuda yên li Iraq û Sûriyeyê dibînin li dijî DAIŞê çawa bedele didin.”Toner di derbarê têkiliyên Kurdan û Amerîkayê de daxuyand ku Kurd û Amerîka her tim hevkarên hevdu bûn û piştî şerê li dijî DAIŞê hîn zêde nêzîkî hevdu bûn.Toner wiha berdewam kir: “Tê zanîn ku li Iraq û Sûriyeyê hêzên cuda yên Kurdan hene. Em her tim dibêjin YPG li Bakurê Sûriyeyê (Rojava) di têkbirina êrîşên DAŞIê de hêzêke bibandor e. Me bi awayekî eşkere diyar kir ku nêrîna me ya li hemberî PKKê û YPGê cuda ye.Li Iraqê jî Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de roleke girîng lîst. Têkiliyên Amerîkayê yên li gel Herêma Kurdistanê hene û ev têkilî wê her tim ber bi xurtbûnê biçin.”Toner bibîrxist ku Amerîka pir girîngiyê dide rola Kurdan a li dijî DAIŞê û got Washington û Kurd ji ber şerê li dijî vî dijminê hevpar li herêmê b3un hevkarên hev ên stratejîk.
Pêş
02/07/2025
“Erdogan ne serokkomare ew serokê cuntayê ye“..!
02/07/2025
Îdia: PKK îro çekên xwe radest dikin..!
Balkêş e ?
Close