CîhanCivakPolîtîk

Destûra nû sistema Tirkiye diguherê

Li Tirkiye ji bo guhertina destura bingehin AKP û MHPê li hev kir. Herdu partiyan di parlementoyê de biryardan ku destûrê biguherin. Guhertina destûrê li Tirkiye tê wateya guhertina sidtema îdarî ya heyî jî. Ji bo vê yekê ev guhertin girîng e.Tê zanin ku ji berê de AKP  dixwest  sistema ku niha li Tirkiye heyî biguherin û sistema seroktiyê li Tirkiye cih bikin. Dema AKP cara yekem serokkomar ji aliyê gelve hilbijart û Erdogan bû serokkomar gava yekem vaêtibû.Lê di parlementoyê de hîjmara parlementerên AKPê têrê nakira ku desturê biguhere. Ji bo vê yekê jî pêwistî alikariya aliyên din hebûn.Pêjayoja ji berî niha AKP, CHP. MHP û HDP li hevkirin û komisyonek hevbeş avakirin. Li ser 60 meddeyan  jî li hev kirin. Lê dema behs dibû behsa serokatiyê ji bilî AKPê partiyên din li dij derdiketin.Niha CHP û HDP xwe nêzikî guhertina nakin. AKP li gel MHPê gavek avêt. Bê guman ev yek ne bi temamî dilê AKPê ye. Lê AKP dibêje ji tunehiyê baştire.Niha guhertina destûrê di demek nêzik diçe parlementoyê. Divê destura nû kêmasî 330 denga bigre da ku bikaribin herin referandumê.Vêca gelo dê MHP hemû deng bidin yan nadin ev nayê zanin. Eger 330 dengî tomar nekin guhertin jî pêknaye.

Balkêş e ?
Close
Back to top button