Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja 30.11.2016ê li bajarê Hewlêrê, di merasimekê de kontiraktek digel kompaniya (Ernest &Young) ya Birîtaniyayê Îmza kir û li gor wê girêbestê ew kompanî ku, kompaniyeke profesyonal û pirnasnameye, dê pirosesa neft û gaza Kurdistanê bi hûrgilî bişopîne.Di merasimê de ku, hijmareke berpirsên hikûmetê û konsulê giştiyê Birîtaniyayê yê Hewlêrê amade bûn, serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de îmzakirina wê kontiraktê bi pêngavek din ya hikûmetê ya di warê peyrwkirina zêdetir zelalî di dahatinî û xerciyên sektora neft û gazê de wesif kir.Barzanî diyar kir ku ew girêbest dê zelelî û hûrbîniya serbixwe di serktora neft û gazê de xurtir bike. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku xurtkirina şefaiyetê di sektora neft û gazê de ji karê pêşîne yên hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Pêş
Flaş
03/09/2026
Trump dawîanina şerê Îranê dinirxînê..!
Flaş
03/09/2026
Serdana Mesrûr Barzanî bo Îmaratê…
03/09/2026
Trump dawîanina şerê Îranê dinirxînê..!
03/09/2026
Serdana Mesrûr Barzanî bo Îmaratê…
Balkêş e ?
Close


