Polîtîk

Mehmûd Osman peyama serok Barzanî çawa wesif dike

Mehmûd Odman siyasetmedarê naskiriyê kurd, di peyamekê de ku li malpera xwe ya Facebokê de weşandiye, peyama serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, ya li dor çewaniya çareserkirina kirîza siyasiya başûrê Kurdistanê, bi peyamek û gavek giring wesif dike.Osman dibêje ku, başûrê Kurdistanê di kirîzeke kûr de derbas dibe û çênabe ew reşa heye bi vî awayî berdewam bibe û berpirsiyaryeke giran li ser aliyên siyasiyên baladestên Kurdistanê ye wê kirîza siyasî çareser bikin.Li gor Mehnûd Osman, peyama serok Barzanî ji bona destpêkirina civînên aliyên siyasiyên Kurdistanê ku salek zêdetir necivyane, destpêkek gelek başe. Divê aliyên siyasî li hev bicivin û kirîza siyasî û êkonomî û pêşhatên piştî DAÎŞ, guhertina serokatiya Amerîkayê û têkeliyên digel Bexdayê gotûbêj bikin. Weke tê zanîn serok Barzanî di peyamekê de nexşerêya çarserkirina kirzên bşûrê Kurdistanê eşekre kiribûn û ji bo dîtina wê peyamê lînka li jêr bitikîne.https://rojevakurd.com/seroka-barzani-paketa-careseriye-eskere-dike/

Back to top button