Yên dibêjin bila Bexda rêveberiya Kurdistanê bike, xayînin
Firaksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê bi tundî li dijî ewên ku daxwaz ji Bexdayê kirine rasterast rêveberiya parêzgehan muxateb bê girtin, nerazîbûn nîşan da û ragihand, yên wê yekê dixwazin “xiyanetê li gelê Kurdistanê dikin û xwefiroş in”.Firaksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê, di daxuyaniyeke nivîskî de eşkere kiriye ku li nav Herêma Kurdistanê hinek kes û aliyan daxwaza wê yekê ji Bexdayê kirine ku “eger rêkeftina vê dawiyê ya Hewlêr û Bexdayê bi ser neket bila Bexda rasterast rêveberiya parêzgehan muxateb bigire”.Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hevpeymaniya şîe ya bi navê Dewleta Yasa, ku ji aliyê serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî ve tê birêvebirin, ew agahî daye û ragihandiye ku hinek kes û aliyên Herêma Kurdistanê daxwazeke wiha pêşkêşî Bexdayê kirine.Firaksiyona PDKê bi tundî li dijî wê yekê derketiye û ragihandiye, “Em ji wan kes û aliyên ku ev daxwazî kirine dibêjin ku daxwaziya wan tê wateya dijîtiya serxwebûn û mafên rewa yên gelê Kurdistanê, tê wateya xiyanetkirin û xwefirotinê.”Fraksiyona PDKê derbarê wan kesên ku daxwaz dikin Bexda wek parêzgehên Iraqê reftarê ligel Herêma Kurdistanê bike, dibêje, lîstin bi çarenivîsa xelkê Kurdistanê û dijayetiya xebata gelê Kurdistanê û bi çûkirina xwîna şehîd û enfalkiriyên me, dikeve ware dijayetiya rasterast a tevahiya xelkê Kurdistanê û dîroka wê ya bi xwîn û dikeve ware xiyanet û xwefirotinê û ji kesî re naçe serî.