serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi helîkoptereke serbazî gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Serok Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encumena Asayişê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.Di civînê de hengavên operasyona azadkirina Mûsil û rewşa meydanî ya bereyên şer û serkeftinên dawî û pêşketinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê li mîhwerên Bakûr û Rojhilat û Başûrê Mûsilê hate nirxandin. Her wiha her dû alî xweşhaliya xwe bi asta bilinda hemahengiyê û karê hevbeşa Pêşmerge û Artêşa Iraqê li çarçêweya plana azadkirina Musilê nîşanda ku bûye sedema pêkhatina destkeft û serkeftina mezina serbazî û bi lezgînî têkşikandina terorîstên Da’îş.Her li vê hevdîtinê de her dû alî behsa qurbanîdan û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqiyan û serxweşiyê li malbata şehîdan kirin û hêviya başbûnê ji bo birîndarên şerê dijî terorê xwest.


