CîhanCivakDosya

Hêzên Iraqî nêzikî Musilê dibin

Şaneya Ragihandina Şer a hikûmeta Iraqê bi daxuyaniyekî ragihand: “Demjimêr 06:30ê roja dûşemê 31/10/2016, hêzên ewlekariyê ji milê Bertile, Tehrawe û Elî Reşê ve dest bi operasyoneke berfireh kirine.” Li gorî daxuyaniyê hêzên Dije Teror, Firqeya 9ê Zirxpoş, Lîwaya 3 û Firqeya 16 a Piyade ya Artêşa Iraqê di operasyonê de cîh digrin. Hate gotin ku hêzên ıraqî gundê Tilyabis kontrol kirine. Fermandarê Hêzên Dije Teror ê Iraqê Ebdulxenî Esedî ji Rûdawê re got: “Hêzên me pêş ve diçin. Gundê Bezwaya hatiye dorpêçkirin. Li eniya Rojhilatê Mûsilê jî tenê hêzên Heşda Nîştîmanî hene.” Esedî da zanîn ku ligel Hêzên Pêşmerge xwedan armanceke hevbeş in û di operasyonê de jî piştgiriyê didin hev. Roja 17ê Cotmehê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi fermî ragihand ku operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kiriye. Heta niha Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlekariya Iraqê gelek navçe û gındên derdora Mûsilê kontrol kirine. 

Back to top button