Di konferansa Tevgera Gorran a li Londonê, kesek sivikayiyê bi Pêşmergeyên Kurdistanê û kesên di konferansê de amade jî çepik jê re lê didin. Li gor girteyekî videoyî ku li toren civakî yên facebookê de belav bûye, kesekî bi navê Rostem Ezîz Silêman ku xwe wek kesekî bê alî pênase dike û di konferansa Tevgera Gorran de, li Londonê beşdar dibe û dibêje: ‘’Ew kesên ku heta naha şerê Mûsilê dikin, ez ji wan re nabêjim Pêşmerge, ew cehş û sîxûrin.’’ Heman demê de ew kese daxwazê li Gorran dike, madem hêza çekdar ava nake, torekî sîxuriyê bila ava bikin, ku hin kes pê bên kuştin û terorkirin û teqez dike: ‘’Gorran hêza çekdarî ava nake, dezgayekî casûsiyê danên, 10 kesên wek min rêbikin, hun kî dixwazin ez bo we bikûjim.’’ Heman demê de torên civakî de li gel rexneyên tund li gotinên ew kesê alîgirê Gorran tên kirin, ku xwe bê alî pênase dike, heman demê de rexne li kesên ku di konferansê de amadene ji ber ew kese dema ku dibêje ‘’Hun kî dixwazin bo we bikûjim?’’ ji çepik lê didin ew jî tên rexnekirin. Heman demê de di torên civakî de behsa wê yekê tê kirin ku sivikayî bi Pêşmerge hatiye kirin û serokê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa jî li wê konferansê de amade ye. Diyar Ezîz/BasNewshttps://www.youtube.com/watch?v=THETiJhlD0o
Pêş
10/11/2024
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyozê Japonê kir
10/11/2024
Ji bo avakira hukumeta nû PDKê dest hevdîtina dike
Têkildar
Balkêş e ?
Close