CîhanDosyaHevpeyvîn

Piştî Musil dema serxwebûna Kurdistanêye

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje  piştî operasyona Mûsilê, ew dê bi hukumeta nawndi ya Bexdayê re dest hevdîtina jib o serxwebûna Kurdistanê bikin. Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rojnameya Bild a Almanî re hevpevînek kir. Barzanî di hevpeyvîna xwe de behsa pêvajoya serxwebûna Kurdistanê û operasyona Musilê kir.  Neçîrvan Barzanî d xûyakirin ku operasyona Musilê di 3 mehan de dawî dibe û Musil ji destê DAÎŞê tê rizgarkirin. Nêçîrvan Barzanî got: Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi lez berûpêşve diçin, lê em nizanin DAIŞ dê berevaniyeke çawan bike. Serokwezîrê Kurdistanê li di derbarê serxwebûna jî axivî û got : Ji mêj ve dema wê hatiye, lê belê niha bala me li ser şerê li dijî DAIŞê ye.” Barzanî got, bi zûtirîn dem piştî rizgarkirina Mûsilê, ew dê li gel berpirsên Bexdayê bicivin û bi wan re li ser serxwebûna Herêma Kurdistanê gotûbêjan bikin. Derbarê lidarxistina referandumê de jî, Serokwezîrê Kurdistanê daye xuyakirin: “Em Kurd in û me netewa xwe heye. Emê rojekê referandumê bo serxwebûna Kurdistanê encam bidin û emê rê bidin ku xelkê Kurdistanê di vê derbarê de biryarê bide, ji ber ku piştî 2003 me hêvî bi iraqeke demokrat hebû, lê belê ew Iraq rastî sernekeft û têkçû. Barzanî herwiha daxwaza dabînkirina çekên zêdetir ji hevpeymanan û bi taybet jî welatê Almanyayê kir. Serokwezîr Barzanî diyar kir, ku alîkariyên pêştir ên Almanya bo Hêza Pêşmerge û bi taybet pêşkêşkirina roketên Mîlan, di şerê li dijî DAIŞê gelek alîkariya Hêzên Pêşmerge kiriye, lê belê di şerê vê carê de pêwîstî bi çekên zêdetir hene.

Back to top button