Îro danê sibê Heşda Şeibî ji rojavayê Mûsilê ve dest bi operasyoneke berfireh kirin. Armanca operasyonê ew e ku pêwdendiyên Mûsilê ligel Sûriyê qut bike. Berdevkê Heşda Şeibî Yusif Kîlabî ji Rûdawê re ragihand: “Demjimêr 06:00ê danê sibê (29-10-2016) pêvajoya rizgarkirina rojavayê Mûsilê dest pê kir. Ev enî taybet ji bo hêzên Heşda Şeibî hatiye diyarkirin. Hemû hêz ber bi armancên xwe ve pêş dikevin û arasteya operasyonê kontrolkirina Tileferê ye.” Desteya Heşda Şeibî jî I daxuyaniyekê tekez kir “Operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê dest pê kir. Armanca operasyonê kontrolkirina axeke berfih e û birîna pêwendî û rêyên hevkariya ji bo DAIŞê ye.” Beriya destpêkirina operasyonê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu hişyariya beşdarbûna Heşda Şeibî ya operasyona Tileferê dabû û ragihandibû ku beşdarbûna vê hêzê ya ji bo operasyonê dibe bibe metirsî li ser xelkê tirkmen û dê Tikriye li hember vê bê deng nemîne. Navçeya Tileferê dikeve rojavayê bajarê Mûsilê û piraniya akinciyên wî tirkmenên sûnne û şîe ne. Endamê Eniya Tirkmenî Mihemed Dawûd jî gotibû: “Êrîşa mîlîsên şîe ya ser Tileferê dê şêweyê pozberiya Tirkiye û Îranê biguhere.”
Pêş
Flaş
28/06/2025
Husiyan fûze avêtin Îsrail
28/06/2025
Îran: Piştî gotinên tund ên Trump, emê ne dudilbin..!
28/06/2025
Husiyan fûze avêtin Îsrail
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Koça dawî kir27/06/2025