Hêzên Pêşmerge karîn gundê Xursîbad ê eniya Başîkê rizgar bikin û fermandarekî Pêşmerge jî dibêje, Hêzên Pêşmerge navenda nahiyeya Başîkê dorpêç kirine û ji aliyê başûr ve derbasî nava wê bûne.Neqîb Salar Mahir, Efserê Lîwaya 1 a Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro pêşdeçûnên Hêzên Pêşmerge li eniya Başîkê berdewam bûn û îro karîn gundê Xursîbadê bi temamî rizgar bikin û DAIŞ ji gund derxistin.”Neqîb Salar wiha got: “Hêzên Pêşmerge ji aliyê başûr ve derbasî nava nahiyeya Başîkê bûne, lê hîn jî çekdarên DAIŞê li nava Başîkê mane û biryar e di rojên bê de navçe bi temamî bê paqijkirin.”
Pêş
05/06/2026
Asaib û tabûrên Îmam Elî dest bi radestkirina çekan kirine
05/06/2026
Em bangî gelê xwe yê Qoserê dikin ku bi berpirsyarî û baldarî tevbigerin
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Îranê bersiva êrîşên DYA da..!03/06/2026


