CivakPolîtîk

Şaradara Diyarbekir hate girtin

Hevserokên Şaradariya Diyarbekir Gulten Kişinak û Firat Anli ji aliyê polisan ve hatin girtin.Doh êvarê Gulten Kişinak li balefirxaneya Diyarbekirê ji aliyê Polisan ve hate binçav kirin.Herweha ji bo heman sedemê hevserokê şaradariyê Firat Anli jî ji mala wî de  girtin û herdu bi “Bi tohmeta lêpiresînek a terorê“ hatine binçav kirin.Piştî ew birin emniyetê polisa li avahiya şaradariya Diyarbekir lêgerinek berfireh kirin û gelek dîkumant destdanin ser.Dozgerê Diyarbekir di derbarê girtina Kişinak û Anli de daxuyaniye da û got: Ew di çerçova endamediya rêxistina terorê de hatine binçav kirin. Kişinak wek endamek tabiî tevli kongreya civata demokratik bûye û axavtina xwe de wesfê rêxistinê daye.Dozger berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Kişinak axavtina xwe ya newrozê de jî wesfê rêxistinê daye û ji bo ragihandina Xweseriya Demokratik bang kiriye û daxûyani daye.Wesayetên şeredariyê ji bo rêxistinê bi karanine.Herweha dozger ji bo Anli jî heman tişta dibêje .

Back to top button