Hêzên Pêşmerge îro danê sibê li eniyên Nawêran û Başîkayê dest bi operasyonê kir. Hate gotin rêya sereke ya Başîk û Mûsilê hatiye kontrolkirin û pêşmerge 7 kîlometre dûrê Mûsilê ye. Hêzên Pêşmerge di heftemîn roja Operasyona Mûsilê de îro demjimêr 06.00ê sibê, li eniyên Nawêran û Başîkayê, ji bo rizgarkirina navçeyên kurdî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, dest bi operasyonê kir û 3 gund kontrol kirin. Fermandarê Lîwaya 7 a Piyade ya Pêşmerge Behram Arif Yasîn ji Rûdawê re ragihand, ku heta niha gundên Faziliye, Omer Qamçî û Tirbize ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine kontrolkirin. Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ragihand, “Herdu milên pêşmerge li başûrê Başîkê gihiştine hev û teqeya serkeftinê kirin. Fermandarên pêşmergeyan ji me re gotin ku çekdarên DAIŞê pir liberxwedan ku nehêlin pêşmerge pêş bikevin lê serkeftî nebûn.” Peyamnêrê me da zanîn ku 3 otomobîlên bombebarkirî yên DAIŞê xwestine xwe di nava yekîneyên pêşmerge de biteqînin lê ji aliyê pêşmergeyan ve, berî bigihin armancên xwe hatine teqandin. Sererekanê Hêzên Pêşmerge Cemal Êmînkî jî ji Rûdawê re got ku niha pêşmerge tenê 7 kîlometreyan dûrê bajarê Mûsilê ye. Nahyeya Başîk dikeve bakûrê rojhilatê Mûsilê, di nava deşta Nînowa de ye û 20 kîlometreyan ji navenda Mûsilê dûr e. Beriya dagirkirina DAIŞê wate beriya sala 2014ê hejmara şêniyên vê deverê 35 hezar kes bûn. Ligel gundan hejmara şêniya vê nahyeyê 140 kes bûn. Ji sedî 70 yê şêniyên Başîkê kurdên êzdî, ji sedî 20 mesihî û ji sedî 10 jî kurdên misliman bûn. Piştî hatina DAIŞê piraniya akinciyên vê deverê koçberê Herêma Kurdistanê bibûn.Rudaw
Pêş
Flaş
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Husiyan fûze avêtin Îsrail28/06/2025